ANALÎZ

Hevdîtina nû ya li Cezayîrê-Selahattîn Erdem

"Derket holê ku Hevdîtina Cezayîrê ne tenê di bin çavdêriya Îranê de nemaze hevdîtineke nû ya di nav Îran, Tirkiye û Suriyeyê de ye. Bêguman ev hevdîtin dijberî Kurdan e û hewldana avakirina rêveberiyeke nû ya dagirkerên Kurdistanê ye."

Bi qasî du hefte berê nûçeyên ku di navbera rêveberiya Beşar Esad û hikûmeta AKP ê de li Cezayîrê hevdîtin pêkhatine di çapameniyê de cih girtin. Ji ber dijminahiya di navbera wan de destpêkê ev nûçe bi gumanbarî hatin pêşwazîkirin. Lê piştre derket holê ku hevdîtin di bin çavdêriya Îranê de pêkhatiye, herwisa girîngiya geşedanê jî zêdetir bû. Derket holê ku hevdîtina navborî ne tenê di bin çavdêriya Îranê de nemaze hevdîtineke nû ya di nav Îran, Tirkiye û Suriyeyê de ye. Bêguman ev hevdîtin dijberî Kurdan e û hewldana avakirina rêveberiyeke nû ya dagirkerên Kurdistanê ye.   

Sê sedemên ku hevdîtina navborî girîng dikin hene. A yekê: Cezayîr di warê hevdîtin û peymanên li dijî Kurdan de xwediya paşxaneyeke xerab e. Wek tê zanîn Peymana Çileya Sala 1975 an a Cezayîrê ya di navbera Îran û Iraqê de jî bûbû sedemê têkçûna liberxwedana Barzanî. Herwiha Cezayîr ji bo Kurdan bûye warekî bişik û guman. Ji bin her dek û dolabên li dijî Kurdan Cezayîr derdikeve. Baş e, Kurdan ji Cezayîrê re çi xerabî kirine? Li aliyê din ew dewlet di encama liberxwedaneke li dijî Fransayê de hatiye damezirandin, kiryarên wê û paşxaneya wê ya dîrokî hîç li hev nakin. 

Xala duduyan ya girîng: Piştî Operasyona Hêzên Demokratîk yên Suriyeyê a Rizkarkirina Minbîcê destpê kir, rêveberiya Esad ku aliyekî hevdîtinên li Cezayîrê ye hêzên operasyona rizgarkirinê wek -Rêxistinên Terorê - binav kir. Wisa jî li dijî şerê hêzên demokratîk yên Suriyeyê yên li hemberî DAÎŞ ê derket û bi gotina, 'encax axa Suriyeyê bi destê artêşa Suriyeyê tê rizgarkirin' ve îşareta şerê li dijî hêzên QSD û YPG ê da. Gava mirov nêrînên AKP ê û rêveberiya Esad bide berhev, derdikeve holê ku herdu alî jî li dijî Kurdan di nav heman siyasetê de ne û bi rêkeftina Cezayîrê re jî gihiştine peymaneke siyasî ya nû ya dijberiya Kurdan. 

Bi vê ve girêdayî xala sisêyan jî ev e: Herçiqas Kurdistan hatibe parçekirin û her parçe radestî rêveberiya dewletekê jî hatibe kirin, 93 sal in tim û tim rêveberiyeke hevpar a Kurdistanê li dar bûye. Netewe-dewletên Kurdistan di bin desthilatên xwe de girtine û hêzên cîhanî yên ew netewe-dewlet afirandine gava babeta Kurdistanê hatiye rojevê nakokiyên di navbera xwe de li aliyekî hiştine û hewl dane ku Kurdistanê bi hev re bi rê ve bibin. Herwiha pergala Kurdistan parçe kirî û îmha û înkarê li ser ferz kiriye xwediya rewşeke herêmî û cîhanî ye.

Tê zanîn ku ev pergal di encama Peymana Lozanê ya di navbera Îngilîstan, Fransa û Tevgera Kemalîst de şikil girtiye. Pêvajoya beriya wê şerê di navbera hêzên navborî ya li ser parçekirin û parvekirina Kurdistanê de ye. Di encama Peymana Lozanê de dawî li şer hatiye anîn û bi parçekirina Kurdistanê re pergala înkar û îmhayê hatiye cibîcîkirin. Herçiqas Kurdistan hatibe perçekirin jî pergala înkar û îmhayê tim ji aliyê rêveberiya hevpar ve hatiye kirin. Ji bo vê jî di serdema dîrokî ya borî de dezgehên wek Pakta Bexdayê û ya Centoyê jî hatine avakirin. Di demên ku hêzên cîhanî yên serdest li hev nekirine de, yên li hev kirîn hevpeymanên ji sê, çar an jî pênc hêzan pêkhatî rêveberiya hevpar a navborî zindî kirine.

Di serdema 93 salan a borî de şikestina yekê ya herî cidî di salên 1980 û 1988 an de di dema şerê di navbera Îran û Iraqê de pêkhatiye. Tê zanîn ku di wê serdemê de PKK li ser axa Kurdistanê liberxwedana gerîla sazkar kir û ji nakokiyên di nevbera wan hêzan de feydeyên leşkerî û siyasî bi dest xistin. Herwiha sedemê bingehîn a sekinandina şerê Îran û Iraqê ya di bihara sala 1988 an de jî ev babet e. Xwestin bi sekinandina şerî re rê li ber sûdwergirtina Bizava Azadiya Kurd bê girtin. 

Her çiqas şerê Îran û Iraqê hatibe sekinandin û di pêvajoya pişt re de êrîşên herêmî û cîhanî li dijî Bizava Azadiyê hatibine kirin jî, nekarîne hevpeyman û rêveberiyên hevpar yên wek serdema kevin bixin meriyetê. Bi taybetî jî di salên 1990 î de dema sosyalîzma reel belav bû, di hawira Şerê Kendavê û pê ve girêdayî şerê li Rojhelata Navîn û ya cîhanê de di têkoşîna li ser Kurdistanê de hêzên herêmî û yên cîhanî nekarîne hevpariyekê bînin himatê. Şerê di nav sermayedariya cîhanî ya netewe-dewletên statûkoparêz de ku wek şerê sisêyan a cîhanê encam da, di heman demê de têkoşîna nû ya li ser Kurdistanê ye.

Pêvajoya ku mora xwe li 30 salên dawî dayî hêzên ku karîne di nav xwe de li hev bikin, di bin navê welatên cîranên Iraqê de hatine cem hev û hewldane înkar û îmhaya li ser Kurdan biparêzên. Di vî derbarî de bi taybetî jî hewldanên netewe-dewletên Tirkiye û Îranê carna bi serê xwe û car jî pêkve kar kirine. Wan dewletan demên dirêj nakokiyên di nav xwe de li aliyekî hiştine, li dijî PKK ê têkoşîneke hevpar bi rêve birine û xwestine pergala îmha û înkarê ya li ser Kurdistanê mayînde bikin.  

Ev hevkariya navborî jî di destpêka sala 2011 ê de di encama şerên li tevahiya cîhana Erebî û ya li Suriyeyê de xerabûye. Îtifaqa Îran û Esad ya li ser Suriyeyê û desthilata AKP ê hatine hemberê hevdu. Wek bi zelalî tê zanîn hikûmeta AKP ê ji herkesî pirtir şerê li Suriyeyê sor kiriye û destek kiriye. Di 6 salên borî de Tayîp Erdogan û Beşar Esad gotin ji hev re nehiştine. Bi taybetî jî gotin û çêrên Erdogan derketine pêş, heqaretên giran û sixifên şermînî li Esad kirine. 

Vaye hevdîtina AKP ê û Esad ku di bin çavdêriya Îranê de li Cezayîrê hatiye kirin, li gel van geşedanan û di dema ku hêj germahiya wan heqaretan dewam dike de pêkhatiye. Helbet ji bo yên dibihîzin rewşeke sosret e, ya rastî jî mirov ji guhê xwe bawer nake, gelo ev çawa dibe? Helbet ji bo yên baş bi pirsgirêka Kurd nizanin asayî ye. Ji bo yên bi pirsgirêka Kurd dizanin û ji têkoşîna 200 salî ya li ser Kurdistanê agahdar in, ev hevdîtin ne hinde seyr e.

Di rastiyê de wateya pevçûna 6 salan a hikûmeta AKP ê û rêveberiya Tirk a li dijî Esad jî ji vêna ne dûr e. Yên bi rastiya mijarê nedizanîn wisa texmîn kirin ku bi rastî jî Tayîp Erdogan li dijî dîktatorî û komkujiyên Esad derdikeve. Lê rastî hîç jî wisa nebû, AKP û dewleta Tirk ji liberxwedana Esad ku dê bi demdirêjî biajo û di encamê de Suriye parçe bibe an jî demokrasî were, herwisa ji bidestxistina mafên Kurdên Rojava ditirsiyan. Lewre dixwestin bi lezgînî Esad têkbibin, yekî wekî wî bînin dewsê û pergala netewe-dewletê ya heyî jî biparêzin. 

Lê hewldanên AKP ê encam nedan û ya ku netewe-dewleta faşîst a Tirk jê ditirsiya bi serê wê de hat. Şerê li Suriyeyê 6 sal ajot û berfireh bû, Kurdên Rojava jî bûn pêşengên têkoşîna li dijî DAÎŞ ê, wisa jî li Suriyeya demokratîk bûn xwedî cihekî pir girîng a siyasî û leşkerî. Tevahiya provakasyonên AKP û dewleta Tirk a guherandina vê rewşê jî bêencam man. Di dawiyê de neçar ma li ber qedera xwe serê xwe bitewîne û tifa xwe dîsa bialêse ango cardin bi Esad re ket nav hewldana hevkariyê. Hevdîtina navborî ya li Cezayîrê jî tê vê wateyê. Li wir ne tenê AKP û Esad hatine cem hev, Îran jî di nav de ye. Herwisa hêzên ku nekarîn liberxwedana Kurdên Rojava ya li dijî faşîzmê asteng bikin, ji ber ku nekarîn bi hêzên cîhanî yên sermayedar re jî li hev bikin, ji nû ve ketin nav hewldana hevpeymaneke nû ya li dijî Kurdan.

Em carekî din jî dubare bikin ku bingeh û paşxaneyeke dîrokî ya hevdîtina li Cezayîrê heye; ew jî li ser esasên desthilatdariya hevpar a li ser Kurdistanê pêk tê. Li wir rêveberiyên Îran, Tirkiye û Esad hevdîtine û di babeta dijberiya Kurdan de li hev kirine. Ango hevpeymaneke dijminahiya Kurdan saz kirine. Li ser vê bingehê wê hewl bidin Rojavayê Kurdistanê nebe xwediya statûyekê. Lewre êdî nikarin li hemberî liberxwedana Kurdan û nikarin li dijî zextên cîhanî pergala heyî li ser lingan bigirin. Hikûmeta AKP ê li hundir bi her kesî re îtifaqê çêkir, niha jî dixwaze li herêmê jî îtifaq û hevpeymaneke wisa pêkbîne.

Gelê Kurd kevintirîn gelê dîrokî yê li Rojhelata Navîn e û tim û tim hêz daye gelên Tirk, Ereb û Faris. Mixabin ev alîkarî bi taybetî di 200 salên dawiyê de herdem wek dijminahî lê vegeriyaye. Mirov dikare bêje ku mîlîyetperweriya Tirk, Ereb û Faris li ser bingeha dijminahiya Kurdan hatiye avakirin. Divê Kurd û tevahiya hêzên demokratîk yên li Rojhelata Navîn jî vê rastiyê baş bibînin û li gorî vê helwesteke rast derxînin pêş. Divê mîlîyetperweriya faşîst a ku dijminahiya Kurdan dike armanc li her aliyê herêmê bê astengkirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA