Hevdîtina Erdogan-Hollande tê protestokirin
Hevdîtina Erdogan-Hollande tê protestokirin
Hevdîtina Erdogan-Hollande tê protestokirin
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li ber Qesra Serokkomariya Fransayê Elysee tê protestokirin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ê ji bo hevdîtina bi Serokkomarê Fransayê François Hollande hat Parîsê, danê nîvro derbasî Qesra Elysee bû.
Rêxistinên Fransayê, Kurdistanî û dostên wan jî, hevdîtina Erdogan-Hollande protesto dikin. Li gel hejmareke zêde ya polîsan a li ber qesrê, komek 7-8 kesan a ji girseya gel benda polîsan derbas kir û xwe nêzî derî kir.
Çalakger ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û nasnameya wan tê kontrolkirin.
Rêxistinên Fransayê, der barê serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo Fransayê daxuyanî dabûn û gotibûn, "Erdogan bi xêr nehatiye Fransayê". Rêxistinan dabûn xuyakirin ku ew ê Erdogan protesto bikin.