Hevdîtina bi Ocalan a cara 761’an jî hate redkirin

Serlêdana parêzeran a cara 761’an a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dîsa hate redkirin.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Faîk Ozgur Erol, Ebûr Gunay û Sînan Cîncîr ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bîne serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Serlêdana parêzeran a cara 761’an jî bi hincetên berê hate redkirin.

Bi vê yekê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an û vir ve ev cara 761’an bi hincetên ‘Rewşa xirab a hewayê’, ‘Keştî xirabeye’ û ‘Rewşa Awarte’ hevdîtina parêzeran a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re tê redkirin.