'Heta şer hebe wê krîza aborî jî hebe'

Komek ji esnafên Amedê ji ber îflasê derebe daxistin û dikanên xwe girtin. Ên mane jî diyar dikin ku ew nikarin kirya dikana xwe bidin û gotin ku ew niha di nav krîza herî giran a salên dawî de ne.

Krîza aboriyê ku roj bi roj bandora xwe zêde dibe derbeyên mezin li Esnafên Amedê jî dixe. Komek ji esnafên Amedê ji ber îflasê derebe daxistin û dikanên xwe girtin. Ên mane jî diyar dikin ku ew nikarin kirya dikana xwe bidin. Esnafan destnîşan kir ku ew niha di nav krîza herî giran a salên dawî de dijîn.

‘POLÎTÎKAYÊN ŞER KRÎZÊ KÛR DIKE’

Fikret Coşkun: “Li Tirkiyeyê krîzek mezin a aboriyê heye. Lê belê dewlet hewl dide krîza aboriyê veşîre. Ji ber krîza aboriyê û buha bûna bazarê derûniya gel xirab bûye. Ji ber bazar lewaze û kirin nayê kirin, xwin ji dilê esnafan dirije. Ez esnafekî di nava Sûrê me, li gorî sala bihorî rewşa bazarê gelek xiraptire. Di serê sibehê de di saet 7:00’an heta 6:00’an  em tên li dikanê rûdinin û tiştekê nafiroşin. Dema em dikanê vedikin jî 300 TL lêçûyîn diçe. Ez dikarim bibêjim ez tiştek nafiroşim, lê dema dikanê vedikim lêçûyîna min çêdibe. Kiraya dikana min 1200 TL ye.  Carna ez nikarim kiraya dikan û mala xwe bidim. Tu kes nizane dawiya vê krîzê çiye û dê çawan be. Krîza aboriyê ji ber polîtîkayên hikûmetê yên şer çê dibe. Tirkiyeyê dest ji karê welat berdeye û çavê xwe berdaye axa welatek din. Hemû lêçûna welat diçe şer û ev jî dike ku krîza aboriyê li Tirkiyeyê kûr bibe.”

‘HETA ŞER HEBE WÊ KRÎZ JÎ HEBE’

Zekî Geciken: “Ji ber polîtîkayên hikûmetê yên hundir û ji derve re, krîza aboriyê her ku diçe giran dibe. Pere di berîka tu kesî de nîne û tu kes kirin û firotinê nake. Li ser dikana xwe ez sê malan xwedî dikim û lê tu qezenc tuneye. Kirîn tuneye. Kira û deynê me heye. Gelek zehmet em debariya xwe ya jiyanê dikin. Her sal ji salê xirab tire. Niha em di nav krîza herî giran a salên dawî de dijîn.Rojê heta êvarî çavê min li rêya kiryaran e û lê mixabin ez tu kiryaran nabînim. Kesek were dikanê buhayê 5 TL kirînê bike bike jî em keyfxweş dibin. Sedem bingehîn ya krîzê şer e. Heta şer hebe wê krîz jî hebe. Ji ber ku lêçûn û pereyên welat diçe şer.”

‘AGAHIYA HIKÛMETÊ JI WELAT TUNEYE’

Leyla Dindar: “Li welat krîzek cidî û bi bandor heye. Ev krîz bandorek mezin li me karkeran dike. Ez xwendekarê zanîngehê me û ji ber rewşa aboriyê min nebaşe ez demên xwe yên vale de li kafeyê dixebitim. Serê sibê heta direngiya şevê tu mêhvan nayên li kafê û kar nayê kirin. Ji ber ku hikûmet ji derve re şer dike, li welat jî krîz giran dibe. Asta perwerdehiya Tirkiyeyê gelek xirabe. Herî zêde xwendekar ji vê krîzê bandor dibin. Tirkiyê berê xwe daye cihên cuda û agahiya wan ji welat tuneye. Her wiha hilberîn tuneye. Di milê rêveberiya aboriyê de pirsgirêk hene. Tirkiye na afirîne. Ji bo krîz kêm jî be, sererast bibe divê hilberîn bê kirin. Hikûmet krîzê ji nedîtî ve tê û dixwaze krîzê veşîre.”

‘HIKÛMET BI PEREYÊ ME DIKEVE NAVA ŞER’

Umit Gorgun: “Di salên dawî de esnaf bi tengasiyên pir mezin re rû bi rû ne. Em weke esnaf di haleke reben û perîşan de ne. Em hemû hatine asta daxistina derebeyan. Em bacê didin û dewletê xwedî dikin. Dewlet bi pereyê me dikeve nava şer. Hikûmet nirx nade welatiyê xwe. Em nikarin kar bikin. Ji ber buhabûna Dolar û Euro her tişt bûye sê qat. Ez 10 sal e wênekêşim, 10 sal e kaxidên wêneyan wergî ketiye li ser. Tirkiye tu hilberîn û afirandinê nake. Hemû tiştên wê ji derve tê. Dema Dolar û Euro jî bilind dibe tu kes nikare tiştek bikire. Ji xwe bilindbûna Dolarû Euro jî ji ber polîtîkayên şaş yên dewletê ne. Zilam di nava saetekê de radibe û meheniya xwe zêde dike. Ew bi xwe weke qiralan dijî û gel jî di nava jariyê de.”

‘BAZAR RAWESTIYA YE’

Kahraman Halazayi: “Ji ber krîza aboriyê rewşa bazarê xirabe. Ji ber bilind bûna dolar û polîtîkayên dewletê yên ji derve re krîz her roj diçe giran dibe. Tu kes nikare were dikanê û tiştan bistîne. Min dikan sibê vekir, seet bu 4:00 lê min hê sifteh jî nekiriye. Di dikanê  de tenê nêçîra mêşan dikim. Ji bo ku pere bi mirovanre nemaye nikarin tiştek bikirin. Gelek roj hene ku yek parçe nafroşim.” 

‘EZ HATIME SÎNORÊ DERIYÊ DIKANA XWE BIGRIM’

Haci Hasan Çelik: “Rêveberiya welat dest ji welat berdaye û ketiye nava şerek qirêj. Ev jî dike ku aboriya Tirkiyeyê têk biçe. Hemû lêçûna Tirkiyeyê diçe şer. Gel feqîr û belengaze. Her diçe deynê me zêde dibe zerar dikin û vekirina dikanê li ser me dibe barekî giran û ji ber vê yekê hatine sînorê deriyê dikanan bigirin.”