'Heta Kobanê azad nebe ez ê nelîzim'
'Heta Kobanê azad nebe ez ê nelîzim'
'Heta Kobanê azad nebe ez ê nelîzim'
Binevş a 5 salî, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar maye bi malbata were koçî Pirsûsê bike û niha li wargeha ji konan dimînin. Keça biçûk a malê Binevş bi hêviya azadiya Kobanê radizê û di xewnên xwe de jî her tim Kobanê dibîne. Binevş a biçûk dibêje, "Heta Kobanê azad nebe, ez ê di nava zarokan de nelîzim."
Binevş a 5 salî, ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar maye bi malbata were koçî Pirsûsê bike û niha li wargeha ji konan dimînin. Keça biçûk a malê Binevş bi hêviya azadiya Kobanê radizê û di xewnên xwe de jî her tim Kobanê dibîne. Binevş, ji temenê xwe zêdetir bi gelek tiştan dizane, li ser Kobanê û şervanên YPG/YPJ'ê distirê, helbestan dixwîne, çîrokan dibêje. Hemû sirûdên Kurdî dizane. Binevşa ku hînê dest bi dibistanê nekiriye, li gel temenê xwe yê biçûk navê 25 paytextên welatan dizane.
Binevş dibêje, "Heta Kobanê azad nebe ez ê di nava zarokan de nelîzim" daxwaza wê ya yekane ew e ku hêzên YPG/YPJ'ê Kobanê ji çeteyan paqij bike. Binevş bi lêv kir ku her şev şervanên YPG û YPJ tên xewnên wê û ji bo azadiya Kobanê dua dike. Binevş a biçûk, di strana xwe ya avêtiye ser berxwedana Kobanê û şervanên YPG/YPJ'ê wiha dibêje:
"Ez çîroka zemanan im. Gul û sosin û baran im, wek çiyayên Kurdistan im
Ez dilovanim wek îranim. Xemla dilê min wek şêran e
Gula dilê min Kobanê ye. Ew melhema dil û can e
Ez sêvî me bi hêvî me. Ji bo Kurdistanê li vir mayî me
Ji bo gelê me bibin yek, ji bo nebin bin dest
Gelê Kobanê dest danin hev de rabin şer
Çekên xwe hildan YPG çûn şer, ala xwe rakir kesk û sor û zer
Ey hevalên dilovan, ey hevalê Mahmûd hûn tu carî namirin
Hûnê di dilê me de jiyan bikin, soz û ala xwe hildayî û em ê her dem bilind bigrin
Şehîd namirin û şehîd namirin. Serketin ji hevalê Kobanê re
Bijî berxwedana YPG, YPJ û Bijî berxwedana Kobanê. Spas."