Hesen Cudî: Êdî dem hatiye em ji bo desthilatê bêjin êdî bese
Hesen Cudî: Êdî dem hatiye em ji bo desthilatê bêjin êdî bese
Hesen Cudî: Êdî dem hatiye em ji bo desthilatê bêjin êdî bese
Îro serê sibehê li bajarê Hewlêrê komek ji endam û berpirsên lîsta 113’an ya PÇDK’ê li nava kolanên bajêr geriyan û behsa kar û projeyên xwe yên ji bo hilbijartinê kir. Gel pêşwaziyek germ nîşanî endamên lîsta 113'an ya PÇDK’ê da.
Komek ji endam û berpirsên bang kirinê yên lîsta 113’an ya PÇDK’ê ku di navde namzetên PÇDK’ê Hesen Cudî û Şakir Mistefa jî hene, di saetên sibehê de li bajarê Hewlêrê li bazara Kuran li nav gel û esnafan geriyan. Ji aliyê endamên komê ve wêne û afîşên lîsta xwe li nava gel belav kirin. Bang li gel hate kirin ku: “ Hêvî ji serkeftinê bi nirx tire.”
Hesen Cudî namzetê lîsta 113’an bi jimara 6 ji bo gel ragihand: “Em kar ji bo jin, ciwan û tevayî pêkhateyên civakê dikin, ji bo welatê me xweştir û aramtir bibe. Ev 22 sale partiyên desthilatdar nekarîne deshilatdariyek dadperwer û yeksan bi meşînin. Niha dem hatiye ji bo em ji desthilatdarê re bêjin gendelî, neheqî û ne dadperwerî êdî bese. Pêwîste em serdem û jiyanekî ji nûve bidin destpêkirin.”
Koma bangewaziya hilbijartinan ya Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistan PÇDK ji aliyê gel ve rastî eleqeyek germ hat. Gel jî kêfxweşî û dilsoziya xwe ji bo lîsta 113’an ya PÇDK’ê anîn ziman.