Hêrsa aloziya bi Erdogan re ji serê Kurdan derdixin!

Elmanya ya ku di navbera wê û desthilatdariya Erdogan de krîz heye, dema mesele dibe Kurd, hevkariya wan a bi Erdogan re zêde dibe. Di sala 2017’an de dozên li Kurdan hatine vekirin, 10 kat zêde bû û bû 130.

Berevajî îddîayên Erdogan ê ji rêveberiya Berlînê re dibêje ‘Hûn piştgiriyê didin PKK’ê’, derket holê ku Elmanya li dijî tevgera azadiyê ya Kurdan çi ji destê wê, teqsîr nake.

Berdevkê dozgeriya federal a Elmanyayê ji ajansa nûçeyan a DPA’yê re daxuyand ku, di sala 2017’an de li dijî PKK’ê 130 lêpirsîn hatine vekirin.

Ev hejmar di sala 2013’an de 15, di sala 2014 û 2015’an de jî 20 bû. Di sala 2016’an de lêpirsînên li dijî Kurdan bi awayekî şênber zêde bû û bû 40. Lê di 10 salên dawîn de tu carî bi qasî ya 2017’an zêde nebûbû.

Dozgeriya federal a ku navenda wê li bajarê Karlsrûheyê ye, bersiv neda pirsa gelo ceza li çend lêpirsînan hatiye birîn û pêvajoya lêpirsînan ber bi ku ve diçe.

LÊPIRSÎNÊN DI SALA 2017’AN DE BI QASÎ YÊN 10 SALAN E!

Di çarçoveya zagona ‘Endamtiya rêxistinên terorê yên biyanî’ ya ku di salên dawîn de ketiye meriyetê, li gorî daneyên ku di meha Tebaxê de hate diyarkirin, di 10 salan de derbarê 240 siyasetmedarên Kurd 180 lêpirsîn hatiye vekirin. Daneyên di sala 2017’an de diyar dike ku bi qasî yên 10 salên dawîn e û ev tişt jî hevkariya rêveberiyên Berlîn-Enqereyê ya li dijî têkoşîna azadiyê ya Kurdan eşkere dike.

Tê dîtin ku polîsên Elmanyayê wekî salên 1990’î li dijî xwepêşanderên Kurd şîddeta xwe jî zêde kiriye. Di demên dawîn de posterên Ocalan jî tê de, polîsên Elmanyayê li dijî alayên PYD, YPG û YPJ’ê tehamula wê tune.

Wezareta Karê Hundir a Elmanyayê di 2’ê Adara 2017’an de bi giştînameyeke ku şandibû ji hemû eyaletan re, xwestibû ku alayên PYD, YPG û YPJ jî tê de ala/flamayên gelek partî û saziyên Kurdan were qedexekirin.

Hikumeta Elmanyayê têkildarî qedexeya PKK’ê ya ku ji sala 1993’an û vir ve di meriyetiyê de ye, argumana xwe her dem diguherîne. Biryara qedexekirinê ya ku berê bi hinceta endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê û ‘berjewendiyên derve’ pêşkêş dikir, di salên dawîn de jî bi hinceta ‘ewlekariya hundirîn a Elmanyayê’ biryara xwe didomîne.