Herdu meclîsên Rojava: Dê hevdîtinên me bidomin

Herdu meclîsên Rojava: Dê hevdîtinên me bidomin

Civîna Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) bidawî bû. Di encama civînê de biryar hat girtin ku herdu meclîs civînên xwe bi awayekî sistematik bidomînin. Her wiha hate gotin ku divê xebatên Desteya Bilind bêne domandin.

Civîna Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumenî Niştimanî Kurd li Suriyê (ENKS) ku li avahiya Desteya Bilind a li Qamişlo hate lidarxistin bidawî bû. Di  civînê de li ser projeya rêveberiya herêmî ya PYD’ê ku duh ji aliye herdu meclîsan ve hatibû îmzekirin, nîqaş hatin kirin û biryar hate girtin ku proje bi pêkhateyên din ên herêmê re bê parvekirin û danasîna wê bê kirin. Di vê çarçoveyê de jî di navbera herdu meclîsan de karbeşî hate kirin.

 Piştî mijara projeya rêveberiya demî ku hinek guhertinên biçûk hatin kirin, civîn li ser pirsgirêkên di navbera herdu meclîsan de dom kir. Di encama civîna ku pirsgirêkên di demên borî de derketine holê hatin gotubêjkirin de, biryar hate girtin ku herdu meclîs civîn û hevdîtinên xwe bi awayekî sistematik bidomînin. Her wiha nûnerên herdu meclîsan xwestin ku xebatên Desteya Bilind a Kurd jî bêne domandin.