Her sal bi sedan Kurd li metropolan di kar de tên kuştin
Gelek ciwanên Kurd ên ji bo kar diçin metropolên Tirkiyeyê, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin.
Gelek ciwanên Kurd ên ji bo kar diçin metropolên Tirkiyeyê, di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin.
Ji ber polîtîkayên aboriyê yên AKP li Bakurê Kurdistanê dimeşîne, ciwanên Kurd neçar dimînin di nava şert û mercên ne ewle û zehmet de li metoporlên Tirkiyeyê bixebitin. Piraniya qurbaniyên cînayetên kar, ev ciwan in.
Hikumeta AKP'ê ku karê çandinî û sewalkariyê qedand, bi qedexekirina herêmên karê sewalkarî û çandiniyê lê tê kirin re dixwaze gel ji cih û warên xwe bibe. Qîma xwe bi vê jî neanî û rabû deriyên sînor ên li Îdir, Bazîd, Elbak, Qelqelî, Çelê û Şemzînanê girt. Bi vî rengî nahêle ku Kurd bazirganiyêb ike. Bi sedan Kurdên dixwazin bazirganiyê li ser sînor bikin, ji aliyê leşkerên Tirk û Îranê ve tên kuştin.
KARKERIYA ÇANDINIYA DEMSALÎ Û ÎNŞAETÊ
Ciwanên Kurd, ku ji ber vê qedexeyê nikarin li Kurdistanê bixebitin, neçar dimînin koçî metropolên Tirkiyeyê bikin. Ciwanên kurd ji bo karê înşaetê bi giranî koçî Stenbol, Enqere, Îzmîr û Kocaeliyê dikin. Ciwanên Kurd, ji ber nebûna ewlekariya kar û kontrolê, dibin qurbanê cînayetên kar. Ciwanên Kurd ku bi mehan, bi salan li xerîbiyê dijîn û dixebitin, ya bi rengekî seqetbûyî vedigerin malê yan jî di hundirê darbestê de li malbatên wan tên vegerandin.
Mirovên ji bo karê çandiniyê diçin, bi navê qezayên trafîkê de bi rengekî komî tên kuştin. Li Sakaryayê roja 18'ê Tebaxê traktoreke ku karkerên çandiniyê yên Kurd tê de bûn wergeriyabû û di encamê de 10 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn, 20 jî birîndar bûbûn. Kurdên ji bo hevdana findeq û çayê diçin herêma Derya Reş jî dibin hedefa êrîşên faşîst.
HER SAL BI SEDAN KARKERÊN KURD TÊN KUŞTIN
Bi destpêkirina demsala karên înşaet û çandiniyê re, bi sed hezaran Kurd ji bajarên Kurdistanê berê xwe didin bajarên Tirkiyeyê. Di encama vê koça ji bo karê demsalî de, her sal bi sedan Kurd di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest didin. Mînaka herî dawî ya vê yekê li navçeya Erdîş a Wanê rû da. Li Erdîşê, di nava mehekê de 2 ciwanên Kurd ên li sektora înşaetê ya li bajarên Tirkiyeyê dixebitîn, jiyana xwe ji dest dan. Li Bûrsayê, ciwanê Kurd Caner Ege ê 19 salî, ji ber teqîna maşîna sewaxê jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ege gundê Hacikaş ê Erdîşê hate veşartin. Heman êş, beriya 20 salan jî bi serê malbata Ege ve hatibû. Zekî Ege ê 17 salî, ku ji bo karê înşaetê çûbû Stenbolê, ji înşaetê ketibû, jiyana xwe ji dest dabû.
Karkerê înşaetê Îbrahîm Denîz ê 28 salî jî, li Stenbolê ji qatê 7'an ê înşaeta lê dixebitî ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Beriya niha xwendekarê tipê Remzî Ersû, li înşaeta li navçeya Esenyûrt a Stenbolê dixebitî, ji vînçê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.