Her ku hikûmet dibêje demokrasî, em bi sibeheke dijdemokratîk şiyar dibin

Her ku hikûmet dibêje demokrasî, em bi sibeheke dijdemokratîk şiyar dibin

Berxwedana Parqa Gezî ku gelek tiştên yekemîn temsîl dike; eleqeya hunermendan a li dijî meseleyên civakî jî zêde kir. Gelekên wan aydiyeta wan ya polîtîk hebe jî; di warê hewldan an jî xwedî şert û mercan nîn bû. Yek ji van kesên ku aktîf di pêvajoya berxwedanê de cih girt, Ceylan Ertem bû. Ertem got ew ji ber hestiyariya xwe ya li dijî hawirdorê û azadiyan li wir cih girtiye. Her wiha li gorî Ertem, lêpirsîn, muxalefet û serhildan divê bi hunermendan re hebe.

 Ceylan Ertem ya ku di berxwedana Parqa Gezî de cih girt, hem pêvajoya berxwedanê û hem jî huner nirxand.

BERXWEDANA GAZÎ HUNERMEND ANÎ CEM HEV

Muzîsyen Ceylan Ertem, da zanîn ku berxwedana Parqa Gezî civak anî cem hev û dîsa hînê civakê kir ku bi hevre tevbigerin. Ertem wiha got: “Her kesê hestiyar tevli berxwedanê bû û piştgirî da. Hunermen jî esnaf jî, jin, ciwan, kal, pîr bi hezaran kes li wir bûn. Heta niha hunermend di 1’ê Gulanê de dihatin cem hev lê vê carê di bin sîwaneya pêvajoya Gezî de hatin cem hev. Bi sedan faktor jî bû sedema tevlibûna min. Yên sereke, berpirsyariya li dijî hawirdorê û ya din jî berteka li dijî zextên li ser azadiyan bû.

HINEK HUNERMENDAN MATMAYÎ HIŞT

Ertem bertek nîşanê hunermendê ku li dijî van polîtîkayên bê deng man û got: “Her kes azad e. Lê nêzîkatiya hinek hunermendan ya li dijî van pêkûtiyên hovane ez matmayî hiştim. Serhildan, lêpirsîn, rexne, muxalefet, şert û mercên ku niha ji hunermendan tên xwestine. Her wiha şert û mercên ku hunermendên ku em pêre xeyal dikine.

Ertem da zanîn ku amûrên wekê ‘kuşxane û kapax’ wek hêmayên mîlîter hatine destgirtin û ev rexne kir. Ertem wiha pêde çû: “Divê pêvajoyê de me gelek êş kişand. Em keniyan. Ev meseleya kuşxane û taweyê em gelek coşandin.  Trajîkomîk bû. Mînak gotina Demokrasî. Ez êdî jê eciz bûm. Min nedixwest bibîhizim. Tirkiyeya ku her roj digot ez demokratîk tevdigerin, her sibeh bi qedexeyeke din ya ku demokrasiyê dur gel şiyar dikir.

SERMAYA MUZÎKÊ JÎ MÊTÎNGER DIKE

Ertem balkişand ser têkiliya civakê ya hunerê re û wiha got: “Ez gelek caran ji ber buhayê biletan neçûme konseran. Mînak çima buhayê bîletên konsera Roger Waters ji yê Bulgarîstan û Tirkiyeyê cudatire? Ez niznaim.  Di şahiyên şaredariyê de her tim komserên hunermendên pop hene? Li aliyê din du saetan em li sahneyê dimînin, buhayê konserê 20 TL ye. Divê mirov vê ji organîzatoran, xwediyên mekanan bipirsin. Divê sererastkirinên nû bên kirin. Sermaye muzîkê mêtînger dike.

EM NEKARIN HILBERÎNIN

Ceylan Ertem ku perwerde muzîlojî girtiye, diyar kir ku li ser dîrokê lêkolîn kiriye û cudahiya navbera berê û niha de vegot: “Bê guman bi hezaran tabû hebûne. Ev hilweşiyane.  Muzîsyen û kompozîtor her tim di pêşiyê de bûn. Mînak akim, ekol.. Niha ev kêm e. Ez dixwazim behsa salên 60’î bikim. Ew nifş gelek girînge. Li vî welatî hunermend, muzîsyen, nivîskar û wênesaz dihatin cem hev û sohbet dikirin. Niha em vê nakin. Em ji hev qut bûne. Em hilnaberînin.

Ertem ku di projeya ’34 jin 34 portre’ de cih girtiye, balkişand ser şîdeta li ser jinê ya li Tirkiyeyê û got: “Divê hunermend her tim vê di rojevê de bigirin. Divê der barê vê de projeyên civakî pêk bînin. Bi taybet kesên navdar dikarin di van projeyan de cih bigirin.”