Her ku Erdogan diaxive, êşkenceya li girtîgehan zêde dibe!
Her ku Erdogan têkildarî girtîgehan diaxive, êşkenceya li girtîgehan jî zêde dibe. Êşkenceya li girtîgehan êdî weke rewşeke ji rêzê tê dîtin!
Her ku Erdogan têkildarî girtîgehan diaxive, êşkenceya li girtîgehan jî zêde dibe. Êşkenceya li girtîgehan êdî weke rewşeke ji rêzê tê dîtin!
Li girtîgehên dewleta Tirk, êşkenceya ne kêmî ya Gûantanamoyê li girtiyên siyasî tê kirin. Tê gotin, li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, destên girtiyan ji pişt ve bi kelepçeyê hatine girêdan, bi vî rengî êşkence li wan hatiye kirin û bi rojan di hucreyan de hatine hiştin. Her wiha gelek girtiyên ku ji ber êrîşa li girtîgehan bi giranî birîndar bûne, nayên dermankirin.
Piştî ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li ser kincê bi yek tîpî yê li girtîgehan axivî, tê gotin ku êşkenceya li girtiyên siyasî zêde bûye. Li gorî agahiyan, li Girtîgeha Tîpa F a Wanê, gelek girtiyên siyasî ji ber lêdanê birîndar bûne. Li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê û Girtîgeha Tîpa F a Kirikkaleyê, bi rêbaza 12'ê Îlonê mafên mirovan tên binpêkirin. Xizmên girtiyan ragihandin, leşkerên taybet û zirxî yên ji aliyê Wezareta Edaletê ve hatine şandin, diavêjin ser odeyan, bi dijwarî li girtiyan dixin û girtiyên ji ber vê lêdanê bi giranî birîndar dibin, bi rengekî kelepçekirî li hucreyan tên bicihkirin. Hat ragihandin, pirtûk, tîşortên nivîs li ser hatine desteserkirin, hevdîtina vekirî tê astengkirin, amûrên muzîkê yên weke tembûr û gîtarê hatine desteserkirin û ji nexweşên kronîk, diyabet, tansiyonê û dil re derman nayê dayin.
LÊGERÎNA BI RENGEKÎ TAZÎ, TEKMÎLA LEŞKERÎ
Girtiyê siyasî yê bi navê Onûr Karaca ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê tê girtin, bi rêya malbata xwe nameyek şand û qala binpêkirina mafên li girtîgehê kir.
Karaca di nameya xwe de got, "Piştî ferza kincê ji yek tîpî yên li girtîgehan, sermijartin bi tekmîla leşkerî tê girtin. Gelek caran em tazî kirin û bi vî rengî lêgerîn kirin. Yên li ber vê radibin, tên cezakirin. Mirovên ji ber nexweşiyê dixwazin bên dermankirin, 18 kes li wesayita rîngê tên siwarkirin, li nava sûkê di nava germa dijwar de tên hiştin û bêyî wan bigihînin nexweşxaneyê vedigerînin girtîgehê. Gelek eşyayên ji me re tên, bi gotina 'winda ye' nadin me.
Li şûna wan kincan, kefen ji me re çêtir e. Em di nava darbestan de jî derkevin, em ê wan kincan li xwe nekin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li vê berxwedana me derkeve."
BI FERMANA WEZARETA EDALETÊ ÊŞKENCE!
Mesût Eren jî bi nameyeke ku bi rêya xizmên xwe şandiye dibêje yek ji wan girtîgehan ku binpêkirina mafan pir lê zêde bûye Girtîgeha Tîpa F ya Kirikkaleyê ye û wiha dibêje: ‘’ Hemû kincên me yên ku nivîs li ser wan hebûn desteser kirin. Dest li ser pirtûkên me û esntrûmanên me danîn. Hêzên taybet yên ku hatin zindanan lêgerîn kirin gotin ew bi fermana Wezareta Edaletê van zextan dikin, em bi vê şaş neman. Hevalekî me yê bi navê Mesût Taş ku cezayê miebbetê xwarî destê wî ji paş ve kelepçe kirin û êşkence lê kirin. Piştre ew şandin hicreya yek kesî. Li vir zext her roja ku diçe zêdetir dibin.’’
MALBAT: BIRÎNA WAN HEYE, WAN TEDAWÎ NAKIN
Malbatan diyar kirin ku dema bi ser koxuşan de digirin li girtiyên siyasî dixin, parsûyên hinan şiklandine, yên hinan kezeba wan teqandin, hinarikên wan şikandine û li gel vê jî wan li hicreyan dihêlin, birîna wan jî tedawî nakin.
Her wiha gotin li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê jî birîndar hene, rayedarê ku derbarê mijarê em lê geriyan got ew ne rayedar e ku agahiyê bide.