Her ku diçe Obama bi tenê dimîne

Her ku diçe Obama bi tenê dimîne

Biryara operasyona leşkerî ya Serokwezîrê DYE’yê Barack Obama, bê ku li bendê biryara  Netewên Yekbûyî bimîne di  zirveya G20’an de  pişgiriya ku dipa negirt. Di nava rayagiştiya DYA’yê de jî desteka ji bo Obama gelek kêm tê dîtin.

Piştî êrişên kimyewî ya li paytexta Şamê ya Sûriyeyê yên di  21’ê Tebaxê de, nirxandinên destwerdana leşkerî berdewam dikin. Piştî parlemantoya  Îngilistanê destwerdan ne pejirand, di qada navnetewî de li gel Fransa û Israîlê rêveberiya Obama ya bi serê xwe di zirveya G20’an de desteka ku li bendê bûn nedît.

Destwerdana leşkerî ya Obama di welat de jî zêde piştgiriyê nabînin.Li gorî encamên anketa lêkolînê ya Gallayê DYA’yî bi tenê ji sedî 36 piştgiriya destwerdan leşkerî li dijî Sûriyeyê dikin. Ev rêje di nava 20 salên dawî de operesanên leşkerî yên DYA’yê herî kêm hatiye destek kirine. Yên beşkarî anketê bûyîn ji sedê 51 li dijî destwerdanê ne.

Danezana zîrveya G20’an a di der barê operasona Sûriyê de Brezîlya, Rusya, Hindistan, Çîn, bakûrê  Afrika, Arjantîn, Endonezya, Meksîka û Yeketiya  Awrupa rexmê ku îmze nekirin ji nîşandanekî giringe tê diyar kirin.

Serokê DYA’yê  Barack Obama di mijara destwerdana leşkerî ya li Sûriyeyê de pêşnûmeya ku wê bi dengê senetoran bê pejirandin dişopîne. Agahî tên ku  gelek senator di mijara dengdanê de bê biryarin.