Her ku DAIŞ têk diçe, çeteyên ji Ewropayê çûne vedigerin

Li dû operasyonên serketî yên li Sûriye û Iraqê, çeteyên ji welatên Ewropayê tevlî DAIŞ'ê bûne, yek bi yek direvin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li Minbic û Reqqayê, artêşa Iraqê jî li Fellûce û gelek herêmên din derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê dixin.

Ji Çileya 2014'an û vir ve DAIŞ'ê bi gelek sozan bi hezaran çete ji welatên rojavayî kişand Sûriye û Iraqê. Ji ber derbên giran ên îsal li DAIŞ'ê hatin xistin, her wiha ji ber karên nelirê, bi hezaran çete li cihê jê hatine vedigerin.

KOMKUJÎ, BERTÎL Û TINEHESIBANDINA 'NIRXAN'...

Dîrektorê Navenda Lêkolînên Şîdeta Siyasî û Radîkalîzm a Navneteweyî (ICSR) ya ser bi Kîng's College, ku navenda wê li Londonê ye Peter Neûmann diyar kir, ku bi 60 çeteyên di nava du salên dawî de ji Sûriye û Iraqê reviyan e hevdîtin hatiye kirin û sedema hemûyan dişibe hev. Neûmann ji bo reva çeteyan sedemên weke; 'qetilkirina Misilmanan, çerxar bertîlê' tinehesibandina nirxên bingehîn ên Îslamê' bilêv kir û anî ziman, gelek ji wan êdî dev ji 'nêrîna cîhadê' berdane.

Li Fransayê jî, ku yek ji çavkaniyên girîng ên peydakirina çeteyan e, rewş bi heman rengî ye. Dîrektorê Giştî yê Rêxistina Îstîxbarata Navxweyî ya Fransayê (DGSI) Patrîck Calver diyar da zanîn, hejmara çeteyên heta meha Gulanê ji Sûriye û Iraqê vegeriyan e, 244 e.

Calvar da xuyakirin, ku çeteyên reviyan e di îfadeyên xwe de gotine 'êdî diqedin' û ragihandine, gelek çeteyên xwestine birevin, hatine înfazkirin.

Di heman demê de niyeta rastî ya reva ji DAIŞ'ê û vegera li Ewropayê tê lêkolînkirin. Yekîneyên ewlekariyê, tevî ku bawer in piraniya van çeteyan ji DAIŞ'ê reviyan e jî, bi fikar in ku beşek ji van çeteyan ji bo 'bicihanîna wezîfeya xwe' reviyan e Ewropayê.

Ji ber vê yekê, çeteyên vegeriyan e demeke dirêj tên kontrolkirin. Her wiha tê tespîtkirin bê kîjan ji wan sûcê şer kiriye.