Her çarşem dê li cihê komkujiyê çalakî pêk bê

Her çarşem dê li cihê komkujiyê çalakî pêk bê

Li Parîsê ji bo bîranîna qetilkirina sê jinên Kurd û ji bo aşkerekirina bûyerê dê her çarşemê li cihê komkujiyê çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.

12 roj bi ser komkujiya 9’ê çileyê Parîsê pêk hat û di encamê de ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin, re derbas bûn. Serdozgerê Komarê yê Frnaseyê François Molins, dê îro li Koçika Edaletê saet di 17.00 de civînek çapemeniyê li dar bixe. Tê payin ku agahiyên derbarê komkujiyê de ketiye ber destê rayedarên Fransî aşkere bike.-

Kurdên li Franseyê dijîn jî dê her roja çarşemê saet di 13.00 de bi pêşengiya jinan li Komeleya Çandê ya Kurdan bicivin û bimeşin buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya ku komkujî têde pêk hat. Kurdistanî dê daxwaza ronîkirina bûyerê bikin.