Heman kes, sê unîforma; çeteyên DAIŞ'ê di xizmeta kê de ne?

Heman kes, sê unîforma; çeteyên DAIŞ'ê di xizmeta kê de ne?

Li gel dîmenên hovîtiyê, wêneyên balkêş jî li ser çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê hatin kuştin, hatin dîtin. Li ser çeteyê ku wêneyekî wî yê samîmî yê bi serçeteyê DAIŞ'ê yê Çeçen Ebû Omer El Şîşanî kişandî hat dîtin, di heman demê de wêneyên wî yên bi unîformayên leşkerî yên Tirk, Luksembûrg û DAIŞ'ê, ku di demên cuda de kişandibû û li wêneyekî bicih kiribû, hat dîtin.

Li gel dîmenên hovîtiyê, wêneyên balkêş jî li ser çeteyên DAIŞ'ê yên li Kobanê hatin kuştin, hatin dîtin. Serçeteyê bi navê "Cîndûllah" ê berî du rojan di dema operasyona YPG/YPJ a li taxa Botana Şerqî de hat kuştin, li gel wêneyê wî yê samîmî yê bi serçete Ebû Omer El Şîşanî, gelek dîmen û wêneyên din li ser wî hatin dîtin. Di nava van wêne û dîmenan de wêneyek heye ku balê dikşîne.

DU DÎMENÊN HOVÎTIYÊ

Di nava dîmenên mijara gotinê de 2 ji dîmenan bi temamî "hovîtî" ne, ku tê de îşkence û komkujî hene. Di dîmekî de, bi sedan leşkerên bêçek ku tê texmînkirin ên rejîma Sûriyeyê ne, li erdekî vala 'mîna lîstik bi wan bê lîstin' ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve tên guherelandin. Dûre jî çeteyên DAIŞ'ê xwe nêzî leşkerên bi birîndarî hatine zevtkirin dikin û yek bi yek leşkerên Sûriyeyê qetil dikin.

MÎNA LÎSTIKÊ BILÎZIN!

Di dîmenekî din de jî, kesekî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hatiye girtin, destên wî ji pişt ve hatiye girêdan, îşkence lê tê kirin û dûre bi awayekî hovane tê serjêkirin.

DEMÊN CUDA, WÊNEYEKÎ JI SÊ WÊNEYAN

Wêneyekî di telefona çeteyê bi navê "Cîndûllah" de derket, gelekî balkêş e. Çeteyekî DAIŞ'ê, sê wêneyên di demên cuda de kişandiye, di wêneyekî de bicih kiriye. Nuqteya herî girîng jî di wêneyê destpêkê de unîformaya leşkerê Tirk lê ye û cîhazek ragihandinê di dest de ye. Ya duyemîn jî bi unîformaya leşkerî ya Luksembûrgê kişandiye. Ya dawî jî di nav DAIŞ'ê de kişandiye, riya xwe dirêj kiriye û di dest de kalaşnîkov heye.