'Hefteya piştgiriya bi PKK'ê re' ya li Frankfûrtê bi dawî bû
'Hefteya piştgiriya bi PKK'ê re' ku ji aliyê hin komên çep ên radîkal ên Elman, antî faşîst û Kurdan ve li bajarê Elmanya Frankfûrtê hat lidarxistin, duh bi dawî bû.

Di çarçoveya hefteya piştgiriyê de roja Çarşemê panelek bi mijara "Rewşa dawî ya li Rojava" û "Terora dewleta Tirk û rola dewleta Elman" hat lidarxistin. Endama KNK'ê Songul Karabûlût û dîroknas Mîchael Knapp weke qiseker beşdarî panelê bûn.
Roja Înê jî li navenda çepgiran ku weke Klapperfeld tê naskirin, pêşangeha girtiyên siyasî yên Kurd ên li Kurdistan û Elmanya hat vekirin. Di dema vekirina pêşangehê de fîlmê "Nûjîn" ê Veysî Atay ku li ser berxwedana Kobanê amade kiriye, hat nîşandan.
KALÊN NOEL QEDEXEYA LI SER PKK'Ê PROTESTO KIRIN
Roja Şemiyê jî, li Frankfûrtê 8 kesên kincê kalê Noel li xwe kirin, li dijî qedexeya li ser PKK'ê li Bazara Noel belavok belav kirin û agahî dan.
Çalakiya ku rastî eleqeyeke mezin hat, piştî rageşiyeke biçûk a di navbera polîs û çalakvanan de, bi dawî bû.