Heciyê Elman ev 5 meh in li Tirkiyeyê dîl hatiye girtin

Yek ji Elmanên ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatine girtin Davîd Brîtsch e. Brîtsch ev 5 meh in tevî hemû hewldanan jî nayê berdan.

Brîtsch, ku bi meşa ber bi Qûdsê ve dixwest meşa hecê ya Xiristiyanan pêk bîne, dema ku ji Kurdistanê derbas dibû, hate girtin.

Davîd Brîtsch, roja 21'ê Mijdara 2016'an ji bajarê Schwerîn ê Elmanyayê bi rê ketibû. Dixwest heta Qûdsê bimeşe û meşa hecê ya Xiristiyanan pêk bûne. Bi vî rengî bibe xwedî hecî. Lê belê bû yek ji dehan welatiyên Elman ku ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatine girtin.

DESTPÊKÊ ÇÛ ASÛSCHWÎTZÊ Û PIŞTRE BI RÊ KET

Rojnameya Bîld am Sonntag ku li Elmanyayê roja Yekşemê tê weşandin, ragihand ku Brîtsch ev 5 meh in li girtîgeheke li Erzîromê ye û ev rewş yek ji sedemên krîza navbera Berlîn û Enqereyê ye. Di nûçeya rojnameyê de li ser rêgeha heciyê Elman û girtina wî ji aliyê polîsan ve, agahî hate dayin.

Li gorî vê yekê; Brîtsch di şeva Noelê de çû kampa Awûschwîtzê ya Naziyan ku pîrik û kalkê wî lê hatibûn girtin û piştre bi rê ket. Brîtsch li Stenbolê li mala malbateke Kurd ma. Dûre, hêzên dewleta Tirk jê bawer nekirin ku Davîd Brîtsch ji bo hecê dimeşe. Bi vî rengî gelek astengî derxistin pêşiya wî. Tevî vê yekê jî wî meşa xwe dewam kir û gihîşt Kurdistanê.

'BALA POLÎSAN LI SER MIN E'

Xwest bi keştiyê biçe Îsraîlê, lê belê ji ber ku ev pêk nehat, xwest bi rêya bejahî derbasî Sûriyeyê bibe. Brîtsch di bloga xwe ya li înternetê qada rêwîtiya xwe kir û bal kişande ser astengiyên dewleta Tirk ên daniye ber wî: "Bala polîsan li min e. Qerta SÎM hate blokekirin, ez niha tenê bi rêya pêwendiya wîfî dikarim bikevin înternetê."

Tê texmînkirin ku Brîtsch li yek ji herêmên Kurdistanê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qedexekirin, hatiye binçavkirin. Tê gotin, piştî hewldanên bi israr ên çend hefteyan ên hikumeta Elman, desthilatdariya Erdogan qebûl kiriye ku piştgiriya konsolosiyê ji Brîtsch re bê dayin. Nayê zanîn bê Brîtsch ji ber çi tê sûcdarkirin.

Li Tirkiyeyê niha 54 welatiyên Elman li girtîgehê ne. 10 ji van girtiyên siyasî ne, yanî ji aliyê rejîma Erdogan ve li dijî Elmanyayê weke êsîr hatine girtin. Her wiha piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, zêdeyî 20 welatiyên Elman hatin binçavkirin û beşek ji van jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.