'Hebûna leşkerên Tirk li Başûr, xeteriyeke mezin e ji bo Kurdan'

Nûda bal kişand ser baregehên leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û got, "Hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê li ser Kurdan xetereyeke mezin e."

Endama Konseya Rêveber a Koma Jinên Kurdistanê (KJK) Pîroz Nûda beşdarî bernameya Çira Welat a Çira Tv'yê bû û daxuyaniyên girîng da.

Nûda bal kişand ser baregehên leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û got, "Hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê li ser Kurdan xetereyeke mezin e."

Nûda wiha got, "Em bi texmîn in, ku hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê karîgeriyeke mezin li ser hin partiyan kiriye ku ji bo yekîtiya neteweyî gavan neavêjin. Dewleta Tirk bi rêya hin partiyan dixwaze herêmên Sûriyeyê û Kurdistanê dagir bike. Mînaka vê jê jî Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk hewl dide herêmên Kurdan bi temamî dagir bike. Êrîşî Rojavayê Kurdistanê dike, li Bakurê Kurdistanê jî bajar wêran kiriye. Dewleta Tirk bi PDK'ê re ji bo dagirkirina Kurdistanê planan diafirîne. Ji ber vê yekê divê gelê Başûrê Kurdistanê rabe ser piyan û rê li ber van polîtîka û dagirkeriyê bigire."

Di derbarê hewldanên îstîxbarata Tirk “MÎT” li dijî PKK’ê Nûda got, “Hewldanên MÎT’ê li dijî Tevgera me pir çêbûne û wê çêbibin jî. Wan xwestin operasyonekê bikin lê hevalên me, li hemberî operasyona wan operasyon li dar xistin. Vê operasyona hevalên me moraleke mezin da gelê me.

Ji bo ragihandina projeya Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî Nûda got, "Di dîrokê de yekemcar e, civaka Êzidî biryara xwe bi xwe dide û gavê di vî warî de diavêje. Em vê weke gaveke girîng dibînin. Bi nêrîna me, ku civaka Êzidî bibe xwedî biryara xwe, wê ji bo tevahiya Kurdan baş be. Ev 3 sal in civaka Êzidî hewl dide sazî û rêxistinbûna xwe ava bike. Em di wê baweriyê de ne ku xweseriya Şengalê wê rê li ber fermanê bigire."

Nûda Pîroz ji bo yekîtiya neteweyî jî got ku, "Di rewşeke bi vî rengî de ku şert û mercên herêmên ku Kurd tê de dijîn, bi berxwedaneke mezin Kurdan gelek destketî bi dest xistine. Ji bo ku em xwedî li vê keda xwe derkevin, me pêwîstî pê dît ku hemû aliyên siyasî û leşkerî yên Kurdan bên gel hev û pirsgirêkên xwe çareser bikin."