HDP’yiyên ji Stenbolê tên Pirsûsê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin

HDP’yiyên ji Stenbolê tên Pirsûsê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin

HDP’yiyên ji Stenbolê tên Pirsûsê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.

HDP’yiyên di nav wan de Hevserokê Giştî ya HDP’ê  Fîgen Yuksekdag, Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Sultan Ulusoy û Hevserokê Rêxistina Stenbolê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP)’ê Emrullah Bîngul jî ku hene li bazara Sêseşem ya li Kadikoy hatin cem hev.

Rêveber û endamên HDP’ê, ber bi cihê wesayîtên ku wê biçin Pirsûsê ve meşiyan.

Lê belê polîsan bi TOMA’yan pêşiya girseyê girtin. Polîsan ji HDP’yiyan re gotin ku wê destûr nedin li wesayîtan siwar bibin.

Di navbera HDP’yî û rayedarên polîsan de hevdîtin didomin.