HDP'yî ji bo hilbijartinê bê navber dixebitin

Namzetên parlamenteriyê û HDP'yî nava rojê civînên gel li dar dixin, êvarê jî serdana malan dikin.

Ji aliyekî ve namzetê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş li girtîgehê bi rêya medya civakî kampanya hilbijartinê dike, li aliyê din HDP tevî êrîş û zordariyê jî li nava malan digere û xwe digihîne gel.

ŞIRNEX: Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê li navçeyên Cizîr û Elkê karê hilbijaritnê dike. Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê Huseyîn Kaçmaz jî di nav de, komek ji endamên HDP'ê li yekane gundê Suryaniyan ê li Elkê, serdana gundê Geznexê kir. HDP'yî bi tilîlî û çepikan hate pêşwazîkirin. Namzet Nûran Îmîr jî li tax Nûr a Cizîrê serdana malan kir û got, "Îradeya me wijdan û dilê me ye. Dil û wijdanê me jî HDP ye."

EDENE: Namzetên HDP'ê yên Edeneyê Tulay Hatîmogûllari, Bêrîtan Onen, Turkan Bakir û Sever Ûzûr bi kincên gelêrî li nava bajêr belavok belav kirin. Namzetan li taxên Sarihamzali û Bahçelîevler ên navçeyên Seyhan û Yuregîrê buroyên hilbijartinê vekirin. Li taxa Hurriyetê ya navçeya Seyhanê bi beşdariya Tulay Hatîmogûllari şahiyeke jinan hate lidarxistin.

MERSÎN: Karê hilbiljartinê yê rêxistina HDP'ê ya Mersînê heta dernegiya şevê dewam kir. Li navçeyên Tarsûs, Akdenîz, Toroslar, Yenîşehîr û Mezîtliyê civînên gel, sedana komeleyan û şahî hatin kirin.

OSMANIYE: li Osmaniyeyê, namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Ahmet Eken, Derya Tûrhan û Muslum Çagan tevî rêveberên HDP û DBP'ê li taxa Yûnûs Emre xwarina fitarê dan. Di kombûnê de bang li welatiyan hate kirin ku xwedî li deng û sindoqan derkevin.

ANTALYA: li Antalyayê HDP'yiyan xwarina fitarê dan 5 hezar kesî. Namzetên HDP'ê yên Antalyayê û namzetê parlamenteriyê yê Îzmîrê nûrettîn Tûrgay jî tevlî bûn.

MANÎSA: Namzetên HDP'yî tevî parlamentera Bedlîsê ya HDP'yî Mizgîn Irgat serdana Komeleya Piştgirî û Çandê ya Bedlîsiyan kirin. Serokê komeleyê Cevdet Çîçek kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman. Danê êvarê jî li taxa Tûrgût Ozal a li navçeya Yûnûs Emre bi beşdariya bi hezara nkesî mîtîngek hate kirin. Sirri Sakik li mîtîngê axivî û got, HDP ji bo têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyeyê alternatîfa yekane ye.

ÎZMÎR: Namzetên HDP'ê tamer Aydin, Serpîl Kemalbay, Mehmet Aker û Alîkara Hevserokên HDP'ê Sevtap Akdag li Îzmîrê serdana saziyên Elewiyan û Komeleya Colemêrgiyan kirin.

AYDIN:  Li navçeya Koşk a Aydinê, civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de bang li dengdêran hate kirin ku destekê bidin HDP'ê û xwedî li sindoqan derkevin. Nametên HDP'yî piştî civînê li nava bajêr belavok belav kirin û daxwaza piştgiriyê ji esnaf û welatiyan kirin.

DÎLOK: Şahiya ciwanan a Meclîsa Ciwanên Dîlokê ya HDP'ê veguherî mîtîngê. Namzetê HDP'ê yê parlamenteriyê Mehmet Karayilan axivî û got, "Ev desthilatdariya dest bi xwîn nikare aştiyê bîne. Em ê aştiyê li vî welatî serdest bikin." Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan jî destnîşan kir ku wê di 24'ê Hezîranê de hesab ji desthilatdariya ku bajarên Kurdan xera kir Û ciwanên Kurd bi saxî şewitand bipirsin.