HDP wê dest bi 'Nobeda Berxwedanê' bike

HDP'ê ji 25'ê Tîrmehê heta 4'ê Mijdarê bernameyeke çalakiyan amade kir. Wê li çar bajaran 'Nobeda Berxwedanê' bigire û civînên Koma Meclîsê jî li van bajaran lidar bixe.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), piştî ku deklarasyona xwe ya bi navê "Plana Têkoşînê ya Demokrasiyê" eşkere kir, dadikeve kolanan. Di vê çarçoveyê de wê heta dawiya havînê komcivînên xwe yên Meclîsê li bajarên cuda çê bike. Piştî komcivînan, wê li bajarên ku civîn lê hatine çêkirin parlamenter bi şev û bi roj "nobedên berxwedanê" bigirin. 

NOBEDA BERXWEDANÊ 

Strata van çalakiyan wê 25'ê Tîrmeha 2017'an di Komcivîna Meclîsê de li Amedê bê dayin. Piştî civînê wê hin parlamenter bênavber 24 saetan "nobeda demokrasiyê" bigirin. Di vê çalakiyê de ku wê bi şîara "Ji tecrîdê re na", "ji bo siyaseta demokratîk azadî" û "ji bo her kesî edalet" bê lidarxistin, wê hevdîtin bi saziyên civaka sivîl, rêxistinên demokratîk û civakê re bên çêkirin û hedef ew e ku bernameya têkoşînê ya hatibû ragihandin bigihêje her kesî. Piştî çalakiya hefteyekê ya li Amedê wê nobed bi dorê li Stenbol, Wan û Îzmîrê bidomin. 

ZEMÎNA TÊKOŞÎNEKE HEVPAR 

Her wiha ji bo bajarên ji bilî van bajarên diyarkirî jî, bernameyeke çalakiyan hatiye amadekirin. Wê li bajarên din jî bi awayekî berfireh hevdîtinên gel çêbibin û wê ev heta dawiya meha Tebaxê bidomin. Li hel van hevdîtinan wê form bên lidarxistin, daxuyaniyên çapemeniyê yên girseyî bên dayin. 

Wê serdana saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên demokratîk bê kirin û ji bo plana têkoşînê wê xebatên hevpar bên birêvebirin. 

Bernameya çalakiyan ji sê merheleyan pêk tê. Wê ev merhele heta meha Îlonê bidome. Di merheleya wê ya duyemîn de jî wê li herêmê mîtîngên girseyî bên lidarxistin. Wê li Amed û Stenbolê mîtîngên navendî û li herêmên din jî mîtîngên di asta herêmiyî de bên lidarxistin. 

HDP wê heta meha Mijdarê kuçeyan bi awayekî aktîf bi kar bîne û wê ev heta 4'ê Mijdarê salvegera girtina hevserokên giştî û parlementeran bidome. Her wiha wê di yekemîn salvegera girtinan de jî der barê girtinan de bernameyeke çalakiyan bê diyakirin.