HDP: Wê AKP jî wekî yên din têk biçe

HDP’ê xwest ku bila parêzvanên mafên mirovan werin berdan.

Endama Desteya Navendî ya HDP’ê û parlementera Êlihê Ayşe Acar Başaran têkildarî girtina parêzvanên mafên mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

‘MAF HATINE BINPÊKIRIN!’

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Piştî lînca li Buyukadayê 6 kes hatine girtin û 4 kes jî bi kontrola adlî serbest hatine berdan. Lê piştre çapemeniya wan a alîgir diyar kir ku têkildarî 4 kesên ku serbest hatine berdan jî biryara girtinê hatiye dayîn.

Senaryo ji serî ve hatibû nivîsandin. Beriya ku parêzerên parêzvanên mirovan têkildarî girtinê bibin xwedî agahî, medyaya wan qala ‘sîxurtiya’ van kesan kir.

Dezenformasyoneke wisa hate avakirin ku ji dêvila ku parêzvanên mafên mirovan werin parastin, mafên wan ên bingehîn ên gumanbariyê jî hate astengkirin.

‘DARAZA BÛ AMÛRA LÎNCA SIYASÎ’

Başaran bal kişand ser vî tiştî û gotin: “Li Tirkiyeyê daraz bûye amûra lînca siyasî û me her carê qala vî tiştî kir. Parlementer, rêveber û endamên me ji bo xebatên siyasî nekin, avêtin zindanan. Qada demokratîk teng kirin. Lînc û girtina li ser parêzvanên mafên mirovan bûye parçeyekî vî tiştî. Heta ku binpêkirina mafan hebe wê parastina mafan jî hebe.

Ji ber vê jî em jî piştgiriyê didin têkoşîna parêzvanên mafên mirovan. Yên ku bi pêkutiyê hikum dikin divê bizanibin ku di dîrokê de gelek çîrokên têkçûnê yên bi vî rengî hene.”