HDP: Tîma Esedullah kî ye, pereyan ji ku peyda dikin?
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, têkildarî Komkujiya Farqînê û Tîma Esedullah pêşnûme lêpirsîn û pêşnûmepirs da.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, têkildarî Komkujiya Farqînê û Tîma Esedullah pêşnûme lêpirsîn û pêşnûmepirs da.
Serokwekîlê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken, têkildarî Komkujiya Farqînê û Tîma Esedullah pêşnûme lêpirsîn û pêşnûmepirs da.
Balûken, di pêşnûme lêpirsînê de got ku pêwîst e ji bo komkujiyên di pêvajoya qedexeya derketina kolanan de derkevin holê Meclîs bi rêya komîsyona lêpirsînê bikeve dewrê. Balûken got: "Lêpirsîna van êrîşên ku rêzikên hiqûqa neteweyî û navneteweyî, mirovatî û hemû normên nirxan din ên ku li derve hatine hiştin mecbûriyeteke."
BERSIVA VAN PIRSAN JI HIKÛMETÊ TÊ PAYÎN
Balûken ê HDP'yî ev pirs ji Wezîr Altinok kir:
"1. Ji pêkhateya 'Tîma Esedullah' agahiya we heye? Der barê vê pêkhateyê ti lêkolînên we çêbûne?
2. 'Tîma Esedullah' kî ye? Ji kê pêk tê? Tê çi wateyê? Ti têkiliyên pêkhateya bi navê Tîma Esedullah bi saziyek fermî yên dewletê wek emniyet û artêşê re heye?
3. Der barê vê pêkhateya li herêmê li dijî gel panîk û tirsê ava dike, ti lêpirsîn an jî lêkolînên we hene?
4. Ti têkiliyên 'Tîma Esedullah’ bi JÎTEM’ê ya salên 90’î heye?
5. Di nav sînorê dewleta TC de xebatên pêkhateyek wiha erjenk û bê rehm di çarçoveya zanebûna we de ye?
6. Hûn destûrê didin çalakiyên pêkhateyek tarî ya naşibe hêzên fermî yên dewletê, rûyê wan girtî û bi rih in?
7. Ti têkiliya vê pêkhateya tarî ya otonom xuya dike, di pêvajoyên operasyonan de ji derveyî talîmat û agahiyên walî û qeymeqaman tevdigere yekser bi Enqereyê hene?
8. 'Tîma Esedullah' ji aliyê kê tê fînansekirin? Der barê çavkaniyên pereyên wan de ti agahiyên we hene?"