HDP roja Înê ew ê namzet û bernameya xwe ya hilbijartinê eşkere bike
HDP roja Înê ew ê namzetê xwe yê serokkomariyê û naveroka bernameya xwe ya hilbijartinê eşkere bike.
HDP roja Înê ew ê namzetê xwe yê serokkomariyê û naveroka bernameya xwe ya hilbijartinê eşkere bike.
Li gorî agahiyên ku hatine wergirtin ew ê HDP di 4’ê Gulanê roja Înê saet di 17’an de namzetê xwe yê serokkomariyê û naveroka bernameya xwe ya hilbijartinê li Amed û Stenbolê bi awayekî hemwext eşkere bike.
Ew ê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, parlementerên HDP’ê, Endamên Meclîsê, Lijneya Rêveber a Navendî û endamên Meclîsa Jinan jî tevlî daxuyaniyê bibin. Daxuyaniya li Amedê ew ê li Demîr Otelê ya Stenbolê jî ew ê li Parka Abbas Aga pêk were.