HDP: Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ’ê re careke din aşkera bû

HDP: Piştgiriya Tirkiyeyê ya ji DAIŞ’ê re careke din aşkera bû

HDP’ê êrîşa çeteyên DAIŞ a ji ser Tirkiyeyê re li hemberî Kobanê nerazîbûn nîşan da û bal kişand ku careke din aşkera bûye piştgiriyê didin DAIŞ’ê. HDP got, “Helwesta ku niha hikûmeta AKP’ê nîşan dide pir kirîtîk e. Em di nav gumanan de ne ku ev êrîşên bi armanca tunekirinê yên li hemberî gelê Kurd şer li axa Tirkiyê jî belav bike û herêmê bike nav kaoseke mezin.” HDP’ê diyar kir ku ji encamên neyênî wê AKP berpirsyar be û bang li hikûmetê kir.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê der barê êrîşa çeteyên DAIŞ a ji ser Tirkiyeyê re li hember Kobanê daxuyaniyek nivîskî da.

‘PIŞTGIRIYA JI DAIŞ’Ê RE CAREKE DIN HAT DITÎN’

HDP’ê di daxuyaniya xwe de got, “29’ê Cotmehê roja Şemiyê di saetên sibehê de ji ser axên Tirkiyeyê re êrîşa DAIŞ a li hember Navenda Kantona Kobanê ya li Rojava û deriyê sînor a Mûrşîtpinar em bi tundî lanet dikin.” HDP’ê got ku di pêvajoya ku dorpêça DAIŞ’ê ya bi mehan li hember Kobanê ber bi têkçûyinê diçe vebûna eniyeke çaremin wê rê li ber pirsgirêka cidî veke.

HDP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir, li herêmeke ku leşker û polîs lê zêde ne çeteyên DAIŞ ku li Ofîsa Mehsûlên Erdê ya qadeke aîdî dewletê ye bicih bûne û li hember Kobanê ketine nav êrîşekê bi serê xwe skandalek e. Vê pêşveçûnê careke din derxist holê ku piştgiriyê didin DAIŞ’ê

‘HELWESTA KU AKP NÎŞAN BIDE KRÎTÎK E’

Di daxuyaniyê de hat destnişankirin ku Waliyê Riha di hevdîtina xwe ya bi Parlamenterê HDP’ê  Îbrahîm Ayhan re têkildarî êrîşa dawî teyîd kiriye ku DAIŞ li axên Tirkiyeyê bicih bûye û wiha hat gotin, “Li hemberî van êrîşên ji ser axa Tirkiyeyê li hember Kobanê helwesta ku hikûmeta AKP’ê niha nîşan dide pir krîtîk’e. Em di nav gumanan de ne ku ev êrîşê bi armanca tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd şer li axa Tirkiyeyê jî belav bike û herêmê bike nav kaoseke mezin.” HDP’ê diyar kir ku ji encamên neyênî wê AKP berpirsyar be" û bang li hikûmetê kir.

HDP’ê bang li hikûmetê kir ku tavilê daxuyaniyeke berfireh bide, soz bide ku li hemberî kantonên Rojava êrîşên bi vî rengî wê asteng bike û li hemberî kantonên Rojava pêwendiyên dostane û hevkariyê bike.