HDP: Operasyon mafyayî ye
Dede li dijî operasyonÊn qirkirina siyasî ya dewleta Tirk helwest nîşan da û got,''Bi mafyayî û korsanî ye.''
Dede li dijî operasyonÊn qirkirina siyasî ya dewleta Tirk helwest nîşan da û got,''Bi mafyayî û korsanî ye.''
Alîkarê Hevserok ê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê Berpirs Umît Dede li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên li Stenbol, Izmîr, Enqere, Amed, Şirnex, Wan, Êlih, Edene, Mêrsîn, Entalya û Mêrdînê daxuyanî da.
Dede got piştî gotina Wezîrê Dadê yê Tirk Abdullhamîn Gul a, ''Bila dad bi cih bibe bila qiyamet rabe'', 19 jê parêzer 942 kes hatine destgîrkirin, ji van 11 hatine girtin û got, ''Her wiha bi rengekî mafyayî û korsanî bi ser avahiya bajêr a HDP'ê ya Wanê û avahiya Stbonbolê ya HDK'ê de girtin.''
Dede daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirk bi bîr xist û got, ''Hatiye diyarkirin ku operasyon bi serdozgeriyan re bi rengekî koordîne hatine kirin'' û li xwe mikur hatine ku operasyon ji hêla endamên darazê ve ku bi talîmatê dixebitin, tê rêvebirin.
Dede her wiha got, ''Bêguman, di demeke nêzîk de wê dad bi cih bibe û qiyameta zaliman rabe.''