Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkîldarî bi qeyûm ve desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand. HDP’ê wiha got;
“Desthilatdariya ku sepanînên keyfî, nehiqûqî û derveyî demokrasiyê kiriye asayî, gavek din avêt. Hikûmeta AKP’ê ya ku îradeya siyasî ya gelê Amedê tine hesiband, Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli yên ji hêla bi sed hezaran kesî hatibûn hilbijartin avêt hepsê, herî dawî jî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir.
Feraseta siyasî ya rêveberiya AKP-Erdogan ew e ku hilbijartiyan digire û tayînkiriyan dike rêveber. Em vê tayînkirinê bi awayekî hiqûqî û siyasî nas nakin. Darbeya qeyûm xespkirina îradeya gel e.
Em careke din destnîşan dikin ku tayînkirina qeyûman li dijî gelek madeyên Destûra Bingehîn a cuntaya leşkerî ye jî, her wiha li derveyî Hevpeymana Mafên Mirovan a Ewropa û Şertê Xweseriyê yê Rêveberiyên Xwecih a Ewropayê ye ku Tirkiyeyê jî îmze kiriye.
Ev karê nehiqûqî yê ku îradeya gel xesp dike, rêveberên xwecihî û pîvanan bê fonksiyon dike, ji bo her kesên ku bi demokrasî û edaletê bawer in, bê hikum e.”