HDP mal bi mal, gund bi gund digere
Namzetên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Amedê mal bi mal û gund bi gund digerin. Li Mêrsîn, Edene û Aydinê jî namzet çûn serdana gel.
Namzetên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeyên Amedê mal bi mal û gund bi gund digerin. Li Mêrsîn, Edene û Aydinê jî namzet çûn serdana gel.
Namzetên HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Amedê navçe bi navçe û gund bi gund digerin. Hevserokên bajêr ên HDP’ê Mehmet Şerîf Çamci û Fîlîz Bûlûttekîn û hevserokên DBP’ê yên Amedê Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak di çarçoveya xebatan de çûn serdana gundan.
BAGLAR
Li navçeya Baglarê heyeta HDP’ê çû serdana gel. Parlementera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp bi jinan re civiya û qala projeyên partiya xwe, ya li ser jinan kir. Jinan li vê derê gotin, “Ne hewce ye hûn werin gundên me. Dengê me ji me re ye.”
Namzetê HDP’ê yê ciwan Abdûrrahîm Dûrmûş jî li Çinarê çû serdana gundan. Li vê derê gel eleqeyeke germ nîşanî Dûrmûş dan û gotin ku,”Dema em ciwanan di siyasetê de dibînin, em serbilind dibin.” Dûrmûş piştre bi zarokan re wêne girt.
Namzeta ciwan Dêrsim Dag jî li Licê çû serdana gel. Dag li gundên Balîcnê, Zengê, Zarê, Lîcokê geriya. Dag têkildarî hilbijartinê agahî da gel.
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî li Hênê û Karazê çû serdana esnafan. Taşçier têkildarî Yekîtiya Neteweyî ya Kurdan bi gel re sohbet kir.
BISMIL
Namzetê HDP’ê Hişyar Ozsoy jî li Bismilê tevlî vekirina buroya hilbijartinê bû. Ozsoy li ser rê çû serdana karkerên li ser erdan û li kêşeyên karkeran guhdarî kir.
Ozsoy piştre derbasî Bismilê bû û tevî dayîkan buroya hilbijartinê vekir. Bi gerandina govendê re wesayîtên zirxî bi dengê sîrenê xwest ji nava girseyê derbas bibe. Piştî gerandina govendê çalakî bi dawî bû.
PÎRAN
Namzeta HDP’ê Saliha Aydenîz jî çû serdana navçeyên Gêl û Pîranê. Aydenîz di serdanan de qala deklarasyona HDP’ê ya hilbijartinê kir. Aydenîz piştre li buroya hilbijartinê bi gel re civiya.
SÛR
Namzetê HDP’ê Mûsa Farisogûllari jî li Kayapinarê çû serdana esnafan. Farisogûllari di serdanê de qala polîtîkayên hikumetê yên li ser Kurdan kir.
Namzeta HDP’ê Remziye Tosûn jî çû serdana gundên Qemika, Milika, Malê Hafê û Malê Dibûrî yê Pasûrê. Tosûn li gundê Qemika bi girseyî hate pêşwazîkirin. Tosûn li vê derê axivî û got, “Em ê bi hev re Erdogan di sindoqê de têk bibin. Werin em hêza xwe nîşan bidin.”
FARQÎN
Namzetê HDP’ê Selçûk Mizrakli jî li Farqînê ji aliyê konvoya wesayîtan hate pêşwazîkirin. Mizrakli piştre çû serdana gundên Zerbiya, Xirba, Sexte, Tilmîn, Babina, Dêrik, Qele û Malabadê. Li van gundan gundiyan bi eleqeyeke germ Mizrakli pêşwazî kirin.
Mizrakli piştre çû ser goristana Erkan Bûrakmak û Ûgûr Bûrakmak ên ku li Sûrê di dema qedexeyda derketina derve de hatibûn qetilkirin.
EDENE
Xebatên hilbijartinan yên Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê didomin. Namzetên HDP’ê li taxên Guzelevler, Çamlibel, Hurriyet û Oca yên navçeya Seyhan û Yuregir ên Edeneyê buroyên hilbijartinê vekirin. Namzetan diyar kirin ku ji bo azadiya Selahattîn Demîrtaş û serketina HDP’ê kar dikin. Buroyên hilbijartinan bi coşeke mezin hate vekirin û govend hate gerandin.
Li taxa Ova ya navçeya Seyhanê di dema vekirina buroyê de polîsan girtina caddeyê weke hincet nîşandan û daxwaza vekirina rê kirin. Gel nerazîbûn nîşanî polîsan da û dirûşmeyên ‘HDP gel e, gel li vire’ berz kirin. Namzeta HDP’ê yê Edeneyê Tulay Hatîmogûllarî nerazîbûn nîşanî helwesta polîsan da û wiha got; “Mudaxelaya beriya niha li vir hatî kirin da nîşandan ku Tirkiye çawa tê birêvebirin. Mînakên vê her roj li çar parçeyên Tirkiyeyê tên dîtin.
Hatîmogûllarî got ji bo welatekî demokratîk divê xwedî li dengan were derketin û wiha domand; “Mudaxeleyî lîsteyên me kirin û dixwazin dengan bidizin. Hêviya me ji we xwedî li sindoqan derkevin. Em ê 7’ê Hezîranê derbas bikin û carek din li meclîsê îradeya gel temsîl bikin.”
Namzetê HDP’ê Kemal Pekoz jî ji bo Demîrtaş û HDP’ê daxwaza dengan kir. Piştî vekirina buroyê govend hate gerandin.
Ciwanan jî li caddeya herî qelebalix a Edeneyê stand vekirin û belavok li welatî û dikandaran belav kirin.
MÊRSÎN
Di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li navçeya Akdenîz a Mersinê serdana gel û dikandaran hate kirin. Piştre li taxa Çayê Buroya Hilbijartinê ya Deliçayê hate vekirin. Rêveberên HDP û DBP’ê û namzetên parlamenteriyê beşdarî vekirina buroyê bûn. Gel eleqeyek mezin nîşanî parlamenteran dan.
Hevserokê HDP’ê yê bajar Mûrat Baykan axaftina vekirinê kir û got HDP wê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bi gelên Tirkiyeyê re serketinê bi dest bixe. Ridvan Tûran jî axivî û got gel li dijî AKP’ê bi hêrs e û wiha got; “Em ê di 24’ê Hezîranê de bersivê bidin kesên ku bi zextan welat bi rê ve dibin.”
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hate vekirin. Gel dirûşmeyên ‘Em ê bi ser bikevin’ berz kirin.
AYDIN
Rêxistina HDP’ê ya Aydinê di çarçoveya xebatên hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li navçeya Încîrovayê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Aydinê Ferhat Tûnç, Ayfer Demîrel, Dogan Açik, Ozlem Tûnç, Mehmet Celal Gumuş û bi dehan welatî beşdar bûn.
Axaftina vekirinê Tûnç kir û wiha got; “Bi nasnameya xwe ya hunermendî û parastina aliyê hunermendî ji bo nûnertiya aşitî, demokratî, biratî û azadiyê em ê li Meclîsê bin. Biryarek girtin, ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîranê dibêjin hilbijartinên zordest. Ger salek din bihata kirin dizanin wê encamên felaket bihata bidestxistin. Ev 16 sal e li vî welatî tiştek nekirine û feydeyek wan ji bo welat çênebûye. Em ê di 24’ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û ji vê zilmê re bibêjin êdî bes e. Em ê bibêjin tamam.”
Piştî axaftina Tûnç buroya hilbijartinê hate vekirin.