HDP: Kobanê bû giyanê hevpar ê berxwedanê
HDP'ê bal kişande ser wê ku Kobanê giyanekî hevpar ava kiriye û diyar kir, bersiv daye Erdogan ku digot, ''Kobanê ti nemaye ku bikeve''.
HDP'ê bal kişande ser wê ku Kobanê giyanekî hevpar ava kiriye û diyar kir, bersiv daye Erdogan ku digot, ''Kobanê ti nemaye ku bikeve''.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê ji bo Rojava Cîhanê ya Kobanê daxuyaniyeke nivîskî da.
Di daxuyaniyê de êrîşa DAÎŞ'ê ya Îlona 2014'an a bi ser Kobanê de hate bibîrxist û hate gotin, ''DAÎŞ a bi desteka hêzên herêmî û global li Sûriyê û Iraqê bêyî ku bibêje ev jin û zarok in bi deh hezaran kes kuştî, payiza 2014'an li Kobanê di serî de ya Kurdan serê wê li berxwedaniya mezin a gelên herêmê ket'' û hate gotin, ''Ev berxwedaniya mezin bû hêviya gelên Rojhilata Navîn''.
'BÛ GIYANÊ HEVPAR Ê HEVGIRTIN Û BERXWEDANÊ'
Di daxuyaniyê de gotina Serokê AKP'ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp a ''Kobanê ti nemaye ku bikeve'' hate bixîrxistin û hate gotin, berxwedaniya Kobanê bersiv daya wan, bûye mizgîniya dahatuyeke ronak û hate gotin ,''Têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan ji bo hemû jinên cîhanê bû mînak. Kobanê ya ku sembola jiyaneke azad, wekhev û hevpar e, bû giyanê hevpar ê hevgirtin û berxwedana enternasyonal.
DAÎŞ'ê li herêmê şikestina xwe ya pêşî xwar û li wir çilmisî. Îro yên ku dixwazin tişta ku DAÎŞ'ê kirî dubare bikin wê vê berxwedan û vîna hevgirtinê bibînin. Kobanê duh jî li ber xwe da, îro jî û sibehî jî bi heman biryardariyê wê li ber xwe bide.''
'ÊRÎŞ NAYÊN QEBÛLKIRIN'
Di daxuyaniyê de êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên piştî civîna çar alî ya bi tevlêbûna Rûsya, Fransa, Elmanya û Tirkiyê li Stenbolê yên li ser Girê Spî û Kobanê hate bibîrxistin û hate gotin, ''Bi ti awayî hewldanên ku vê cografyayê ji bo Kurdan û gelên herêmê bikin rewşeke ku nikaribin xwe rê ve bibin nayê qebûlkirin.''
Bi berdewamî hate gotin, ''Ên ku rojhilatê Firatê ji xwe re dikin hedef, ne ji bo ku şerê navxwe yê li Sûriyê bi dawî bibe lê ji bo ku şer bidome van gavan davêjin.''