HDP: Ji 19'ê Kanûnê ve girtî dimirin
HDP'ê der barê Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Êşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê zêde dibin, li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin."
HDP'ê der barê Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê daxuyaniyek weşand û diyar kir, "Êşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê zêde dibin, li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin."
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê û endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran bi wesîleya salvegera Komkujiya Girtîgehan a 19'ê Kanûnê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 20'ê Cotmeha 2000'î de li Girtîgehên Tirkiyeyê ji bo şermezarkirina bicihanîna sîstema Tîpa F bi sedan girtî û hikumxwaran bi 19 daxwazan dest bi greva birçîbûnê kirin û beşek ji girtiyan di roja 45'an a çalakiyê de ji ber ku daxwazên wan bêbersiv hatin hiştin dest bi rojiya mirinê kirin."
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta wê demê guh neda daxwazên girtiyan û hate gotin, "Di sibeha 19'ê Kanûnê saet 04:30'î de li 20 girtîgehan di heman demê de operasyonek dest pê kir."
'BI RENGEKÎ HOVANE ÊRÎŞÎ GIRTIYAN KIRIN Û 30 KES QETIL KIRIN'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê operasyonê de ku jê re 'Vegera li Jiyanê' gotin, çekên gian û madeyên kîmyewî ku heta niha nehatine eşkerekirin bê kîjan in, makîneyên kar, helîkopterên şer û bombeyên gazê hatin bikaranîn. Bi rengekî hovane êrişî girtiyan kirin. Di encama êrişê de ku bi sedan leşker, polîs, gardiyan û kontrayan êriş kirin 30 kes hatin qetilkirin û bi sedan kes jî bi giranî birîndar bûn.
'ÊŞKENCE Û MIRIN DEWAM DIKIN'
Ji 19'ê Kanûnê û vir ve tevî ku 19 sal di ser re derbas bûne li girtîgehên Tirkiyeyê hîn jî mafên mirovan tên binpêkirin. Êşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê zêde bûn, li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin. Ji bo careke din komkujiyên mîna 19'ê Kanûnê rû nedin divê desthilatdariya siyasî û rayedar ji bûyeran dersê werbigirin û dest ji nêzîkatiyên ku li girtîgehan rûmeta mirovan binpê dike berdin."