HDP: Em xwedî li Şûjin û nûçegihaniya jinê derkevin

Jinên HDP'yî gotin, "Em bi Şûjinê re ne. Em ê bêdeng nebin, em ê her tim hêz û wêrekiyê bidin hev."

Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser girtina Gazete Şûjin daxuyaniyeke nviîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hikumeteke bi navê AKP'ê nîne. Hikumeta biryarnameyan heye. Û ev hikumeta biryarnameyan, bi îdîayên li derveyî qanûn û hiqûqê, vîna gelan, baweriyan, jinan û kedkaran nas nake. Yanî di faşîzmê de israr dike. Naxwe em jî di demokrasî, edalet, îradeya jinê û azadiya jinê de israr dikin. Em xwedî li rojnameyên xwe, gotinên xwe, dengê xw,e çapemeniya azad û demokrasiyê derdikevin. Em xwedî li nûçegihaniya jinê, li dengê jinê, li rojnamevaniya jinê, yanî xwedî li mafê xwe yê agahîgirtina ji xwişkên xwe derdikevin. Em xwedî li Şûjinê, xwedî li azadiya çapemeniyê derdikevin.

Li dijî yên dibêjin 'tu jinek e, bêdeng be' em dibêjin, 'Em bi Şûjinê re ye ku dibêje, hukmê mêran ne xema me ye, em ê her tim binivîsînin'. Em ê bêdeng nebin, em ê hêz û wêrekiyê bidin hev."