HDP’ê trênên ku cebilxane ji DAIŞ re dikişandin ji Davutoglu pirs kir
HDP’ê trênên ku cebilxane ji DAIŞ re dikişandin ji Davutoglu pirs kir
HDP’ê trênên ku cebilxane ji DAIŞ re dikişandin ji Davutoglu pirs kir
HDP’ê têkildarî trênên aîdî TCDD’ê yên cebilxane ji çeteyên DAIŞ re dikişandin ji Serokwezîr Ahmet Davutoglu pirs kir.
Parlamentera Êlihê ya HDP’ê Ayla Akat Ata der barê trênên aîdî TCDD’ê yên cebilxane ji çeteyên DAIŞ re dikişandin ji bo Serokwezîr Ahmet Davutoglu bersivê bide pêşniyarpirsek da. Ata di pêşnûmepirsê de got ku di nûçeyên çapemeniya navneteweyî de tên gotin ku DAIŞ li Enqere xwe bi rêxistin dike û ji 100 kes li taxeke Enqereyê rêxistin kiriye. Ata, der barê kesên tevlî DAIŞ bûne de lêpirsîn hatiye destpêkirin an na ji Davutoglu pirs kir.
Pirsên di pêşnûmepirsa Ata de wiha ne:
“Seferên trênê yê xeta Dîlok-Nisêbîn kengî hatin betalkirin?
Têkildarî îdîayên ku trênên aîdî TCDD’ê cebilxane ji çeteyên DAIŞ re kişandina lêpirsîneke lezgîn hatiye destpêkirin?
Berê jî gelek caran di çapemeniyê de hat îdîakirin ku bi TIR’an ji çeteyên DAIŞ re alîkariya cebilxaneyê tê kirin, di vê der barê de lêpirsîn hatiye kirin? Eger hatibe kirin çi agahî hatine girtin?
Bi sedema tevlî DAIŞ bûne yan jî di nav xebatên rêxistinkirinê de cih girtine der barê çend kesan de lêpirsîn hatiye destpekirin?
Têkildarî rêxistinbûna çeteyên DAIŞ ku li taxeke Enqereyê xebat tên kirin tu giliyê di vê mijarê de hatiye ber destê we?
Hikûmeta we ji bo tevlîbûna ji çeteyan re û xebatên DAIŞ ên li bajaran asteng bike çi tedbîr girtine?
Ji aliyê hikûmeta we ve der barê îdîayên Tirkiye ji çeteyên DAIŞ ên li herêmê komkujiyên hovane pêk tînin piştgiriya leşkerî dike, daxuyaniyeke ku raya giştî ronî bike tê plankirin?