HDP'ê tirs xiste dilê faşîstan: Li her derê êrîş dikin

Faşîstên ku bi kontrol û pêşengiya AKP-MHP û polîsan ketin nava liv û tevgerê, li gelek bajar û navçeyan êrîş birin ser HDP'ê.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ku li dijî dîktatoriya AKP-MHP'ê bûye hêvî û di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de roleke xwe ya krîtîk heye, dibe hedefa êrîşên faşîst. Çend ji êrîşên hefteya dawî li HDP'ê hatin kirin:

DÎLOK: Komek li ber buroya hilbijartinê ya HDP'ê li hev civiya, bi alên Tirkan dirûşm qîriya û hewl da provokasyonê bike. Ev provokasyon doh li navçeya Şehîdkamîl a Dîlokê rû da.

SERÊKANIYÊ: Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê, dema ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî ji gel re diaxivî, polîsên Tirk bi çekên giran, TOMA û wesayitên zirxî dor li gel girtin. Piştî ku axaftina Temellî qediya, polîsan êrîş birin ser gel û gelek kes destgîr kirin. Polîsên Tirk piştre êrîş birin ser buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li ser rêya Wêranşarê. Gel jî bi qîrîna dirûşman nerazîbûn nîşan da.

STENBOL: Li navçeya Çekmekoy a Stenbolê, wesayita hilbijartinê ya HDP'yiyan berê xwe da gundê Huseyînlî. Kesekî ku ji xwe re digot 'keyayê gund e' pêşî li wesayitê girt. Vî kesê ku çek pê re bû û digot keya ye, berê çekê dan HDP'yiyan û pêşî li wan girt. Piştî demekê, hin kesên din hatin herêmê û êrîşî HDP'yiyan kirin.

BÛRSA: Li navçeya Karacabey a Bûrsayê, komeke faşîst bi qîrîna dirûşmên nîjadperestî êrîş bir ser endamên HDP'ê yên stand danîbûn. Polîsan tenê li êrîşê temaşe kirin û piştre endamê HDP'ê Ûgûr Şahîn destgîr kirin.

BOLÛ: Rêxistina HDP'ê ya Bolûyê ji bo hilbijartinê xwest ala xwe li ber avahiya xwe daliqîne. Midûrê Şûbeya Ewlekariyê ya Bolûyê pêşî li vê girt û ev gef li wan xwar; "Eger hûn alê daliqînin, ez ê we destgîr bikim. Ji tiştên biqewimin ez ê ne berpirsyar bim." Piştî van gotinên polîs, komeke ji sed kesî ya faşîst alên HDP'ê şewitand. Êrîşkaran nehiştin ku rêveberên bajêr û navçeyê ji avahiya partiyê derkevin. Polîsan dest li êrîşkaran wernedan.

ANTALYA: Li herêma Konyaalti ya Antalyayê, komeke faşîst bi kevir û ço êrîş bir ser endamên HDP'ê yên stand danîn. Piştî ku HDP'yiyan xwe parastin, koma faşîst ji hev belav bû. Ji ber êrîşê camên wesayita anonsê şikestin û HDP'yiyek ji lingê xwe birîndar bû. HDP'yiyê bi navê Şabah Şenlîk jÎ hate destgîrkirin.

MANÎSA: Rêxistina HDP'ê ya Manîsayê ji bo namzetê xwe Sirri Sakik pêşwazî bike, bi zêdeyî hezar wesayitî li pêşiya bajêr kom bû. Konvoy piştre li nava bajêr geriya û xwest biçe meydana Manolya ya Manîsayê. Lê belê komek nîjadperest bi wesayitan pêşî li konvoyê girt û êrîşî HDP'yiyan kir. 2 kes bi sivikî birîndar bûn.

ENQERE: Rêveber û endamên HDP'ê yên navçeya Keçîoren a Enqereyê, dema ku li taxa Esertepeyê ji bo hilbijartinê kar dikirin, bûn hedefa êrîşa komeke nîjadperest. Li gel êrîşê jî HDP'yiyan karê xwe dewam kir. Lê vê carê jî komek ji 10-15 faşîstan li bi keviran êrîş birin ser wesayita hilbijartinê ku HDP'yî tê de bûn. Polîsan dest li êrîşkaran wernedan, lê endamê HDP'ê Oktay Înce yê ku dîmenê êrîşê dikişand destgîr kirin. Standa hilbijartinê ya HDP'ê ya li kolana Konûrê jî bû hedefa êrîşa komeke nîjadperest.

STENBOL: Rêxistina HDP'ê ya navçeya Umraniye ya Stenbolê, li taxa Sîteyê stand danî. Lê belê komeke nîjadperest êrîş kir. Piştî ku HDP'yiyan bersiv dan, koma nîjadperest ji herêmê çû.

HATAY: Li navçeya Antakya ya Hatayê, namzeta HDP'ê Hulya Kavûk û heyeta pêr e serdana gundên Dogan û Kîsecîkê kirin. Li gundê Kîsecîkê komeke faşîst êrîşî HDP'yiyan kir. Ji neçarî koma HDP'ê xwe li kafeyekê girt. Nîjadperestan zerar dan wesayita anonsê ya HDP'ê.