Heyeta ji Sariyildiz û Dorû pêk hat, roja Duşemê bi berpirsyarê têkiliyên derve yê Partiya Sosyalîst re li Parîsê rûnişt. Dorû di vê der barê de agahî da ANF'ê û diyar kir, ku di hevdîtinê de zordariya li Tirkiyeyê ya li çapemeniyê tê kirin û sekinandina weşana Med Nûçe ya li Ewropayê, hatine nirxandin.
Weşana Med Nûçeyê ji aliyê şîrketa peykê ya Fransayê Eutelsatê ve roja 3'ê Cotmehê hatibû sekinandin. Patronê Eutelsatê, roja 5'ê Cotmehê dema ji komîsyona karên bazirganiyê ya Fransayê re rewş vedigot, li xwe girt ku ev daxwaz ji RTUK'ê hatiye û ew jî li gorî daxwaza RTUK'ê tevgeriyan e.
Dorû got, "Ev biryar destwerdana li azadiya çapemeniyê ya li Ewropayê ye" û anî ziman ku wan di hevdîtina bi Partiya Sosyalîst re, girtina zêdeyî 20 qenalên televîzyon û radyoyê, ragihandine.
Dorû da xuyakirin, ku bi girtina Med Nûçe, Newroz TV û qenalên din ên weşanê re, wê hemû sûcên rejîma AKP'ê ya faşîst bi bêdengî werin nixumandin. Heyeta HDP'ê got, wan ji Partiya Sosyalîst xwestine li dijî vê bêhiqûqî û binpêkirina mafan, bikeve nava tevgerê.