HDP’ê şerh danî ser rapora Somayê

HDP’ê şerh danî ser rapora Somayê

HDP’ê ku şerh danî ser rapora Komîsyona Lêkolîna Somayê ya Meclîsê’ê, diyar kir ku rapor bêyî li ser esasê pirgirêkê bisekine hatiye amadekirin. HDP’ê da zanîn ji bo mirina karkeran bi dawî bibe divê pêkanîna  taybet bên kirin, taşerontî  û rodovans demildest bên rakirin û daxwaz kir ku Serokkomar, Wezîrê Xebatê û Wezîrê Wnejiyê wek berpirsên komkujiyê bên darizandin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şerh danî ser rapora ku Komîsyona Lêkolînê ya Somayê ya Meclîsê’ amade kiriye.

Endamê komîsyonê û parlamenterê Şirnexê Faysal Sariyildiz di şerha ku li ser navê HDP’ê daniye de diyar kir ku di rapora mijara gotinê de ji bo komkujiya Somayê têgeha ‘qezayê’ hatiye bikaranîn û got: “Tişta li Somayê pêk hat ne qeza bû, komkujî bû. Qirkirina karkeran wek qeza nîşan didin. Ev jî tê wateya ku berpirsan veşêrin. Divê rîsk ji berê de bên zanîn, divê tedbîr bên girtin. Lê mixabin ti tedbîr nehatin girtin û li ber çavan karesat pêk hatiye.”

REWŞA KU RÊBAZAN NAS NAKE DI RAPORÊ DE CIH NAGIRE

HDP’ê diyar kir ku der barê sedemên qezayê de li ser pirsgirêkên pergal û saziyê nehatiye sekinandin û got: “ Sedema esas a qezayê, ferzkirina hilberîna bi armanca karê tê kirin. Ew sedemên din ên teknîk hemû di bin vê de ne. Lê di raporê de li ser aliyê siyasî û saziyan nehatiye sekinandin. Li gorî xala 2’emîn ya Qanûna Kar, di kana Eynez de, divê Soma A.Ş hilberînê neke. Rêbazeke ku ji aliyê qanûnên komara Tirk ve hatiye qedexekirin, ji aliyê saziyên dewletê ve hatine binpêkirin. Ev aliyê girîng di raporê de ji nedîtî ve hatiye.”

Her wiha HDP’ê îtîrazê têgeha ‘tenduristiya karker’ a di raporê de cih girtiye kir û got: “Tenduristiya kar nabe,  tenduristiya karker dibe. Daneya kar dibe, ewlehiya cihê kar dibe. Ev têgeh nîşan dide ku karker jî wek amûrên hilberînê ne. Divê têgehên ‘tendurîstî û ewlehiya kar’ di raporê de cih negirtiba.”

HDP’ê da zanîn ku di raporê de pergala rodovans  wek ‘realîteya sektorel’ hatiye nasandin û hatiye xwestin ku rewa bê dîtin. HDP’ê pêşniyarên meclisê yên ji bo pêşîgirtina karkeran jî rexne kir.

PÊŞNÎYAREKE KU PERGALA XEBATÊ DIGUHERÎNE TUNE

HDP’ê  diyar kir ku di raporê de ji bo guhertina pergala kar û hilberînê de pêşniyarek nehatiye kirin û wiha got: “Rapor berpirsyariya hikûmetê vedişêre. Sedemên rast yên pirsgirêkê nayên aşkerakirin.” HDP’ê da zanîn ku ji bo mirinên karkeran bi dawî bibe divê dawî li pêkanînên taybetkirin, taşerontî û rodovansê bê dayîn.

ERDOGAN, ÇELÎK Û YILDIZ BERPISIN

HDP’ê got ku divê xebatên bazirganî yên Soma AŞ bên qedexekirin û  her wiha destnîşan kir ku divê Serokkomar Erdogan, Wezîrê Xebatê û Civakî Faruk Çelîk û Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz wek berpirsên komkujiya Somayê bên darizandin.