HDP'ê rapora Şapatanê eşkere kir

HDP'ê têkildarî îşkenceya li Şapatanê daxuyanî da. Parlamenterên HDP'yî diyar kirin ku li gund sûcê mirovayetiyê hatiye kirin û banga bihistyariyê li raya giştî kirin.

Hêzên dewleta Tirk avêtibûn ser gundê Şapatanê ya Şemzînanê û îşkence li gundiyan kiribû. Heyeta HDP’ê têkildarî vê îşkenceyê lêkolîn dabû destpêkirin û rapora xwe ji raya giştî re eşkere kir.

Heyeta ku parlementerên HDP'yî Mizgîn Irgat, Nîhat Akdogan û Endamê Meclîsa Partiyê Ozgur Zeydanoglû di nav wan de bû, piştî lêkolîna li gund di Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Wanê daxuyanî da raya giştî.

Zeydanoglû diyar kir ku hemû nirxên mirovayetiyê hatine binpêkirin û wehşeteke mezin hatiye kirin û rapora berfireh a li ser îşkenceyê wê piştî demeke kurt ji raya giştî re eşkere bikin.

'ME TESPÎT KIR KU HER CURE ÎŞKENCE HATIYE KIRIN'

Zeydanoglû bang li raya giştî kir ku bila li hemberî Şapatanê bihistyar bin û got “Li minareyên camiya gund kamera hatine bicihkirin, tê astengkirin ku gundî biçin bax û baxçeyên xwe yên derveyî gund, daristanên li gund hatine şewitandin. Heqaret, îşkence û şîddet li gundiyan hatiye kirin. Li Gerînendetiya Emniyetê ya Şemzînanê bi jop, çek, doxa paspasê, xortim û hesinan îşkence li 36 kesan hatiye kirin. Bêyî rapora bijîşkan ev kes serbest hatine berdan.”

'BI TAYBETÎ JIN KIRINE HEDEF'

Parlamenterê HDP'yî Nîhat Akdogan diyar kir ku wan têkildarî bûyerê pêşrapor amade kirine û got "Li Şemzînan û Colemêrgê şertên rêveberiya awarte tê ferzkirin. Li her derê em rastî vî tiştî tên. Şîddetê li gelê me yên li wê derê dikin. Di rapora me de 36 kes hene yên ku îşkence li wan hatine kirin. Tenê ji malbatekê 7 kes hene. Çêr li jinan hatiye kirin. Me xwe gihand ji sedî 80 van kesan. Beriya ku em bigihêjin cihê bûyerê Walîtiya Colemêrgê gotiye kes li Şemzînanê rastî şîddetê nehatiye û heqaret li jinan nehatiye kirin, lê ev dereweke mezin e."

'DIVÊ HER KES BERPIRSYARIYA XWE NÎŞAN BIDE'

Parlementera HDP'yî ya Bedlîsê Mizgîn Irgat jî got, "Em ji bo Şapatanê banga edaletê dikin. Em dibînin ku li Şapatanê rê metodên DAIŞ’ê şîddet tê kirin. Dest danîne ser pereyên gundiyan jî. Li Yadê Zekiye ya 90 salî jî îşkence kirine. Tiştên ku jin dibêjin, gelek îşkenceyên hovane hatiye kirin. Hemû peymanên navneteweyî yên li dijî îşkenceyê hatiye binpêkirin.

Bijîşkê ku heqaret li gel kiriye hê jî li ser peywira xwe ye. Walî derewan dike û wî jî sûc kiriye. Şapatan li benda edalet û darizandinê ye. Ne bi tenê heyeta HDP’ê divê hemû partî di vî warî de berpirsyariya xwe nîşan bide.

Îşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin. Tiştên ku li wir li gundiyên Kurd hatine kirin em tu carî qebûl nakin. Ji bo bidawîkirina îşkenceyê em ê bibêjin wijdan û edalet."