HDP’ê qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anî

HDP’ê got,’’ Em li ber berxwedana birûmet a Seyid Riza û canên ku li Dersimê jiyana xwe ji dest dane bi hurmet bejna xwe ditewînin û wan bi bîr tînn.’’

HDP’ê derbarê Komkujiya Dersimê îro daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’4’ê Gulana 1937’an ew roja ku 1938’an biryara Komkujiya Dersimê hatiye standin û yek ji bûyera herî tarî ya dîroka Komara Tirkiyê ye. 4’ê Gulanê ji hêla saziyên Dersimê ve bi navê ‘’Roce Şae’’ (Roja Şînê) tê binavkirin. Em li ber canên ku di komkujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe ditewînin, di salvera komkujiyê de wan bi bîr tînin.’’

‘DERSIMÊ SERÊ XWE NETEWAND’

Di daxuyaniyê de hate gotin Dersim serê xwe ji ti otorîteyê re netewandiye, jiyana serbixwe û azadî kiriye rengê jiyanê û ji Osmaniyan ta bi Komara Tirk hema hema hemû desthilatdaran operasyon li ser kirine.

Bi berdewamî hate gotin ti operasyonên leşkerî yên li ser Dersimê ti encameke serkeftî bi dest nexistine, ‘’ ji bo vê jî gotina, ‘’Li ser Dersimê sefer dibe lê serfiazî nabe’’ ya rayearên dewletê piştî seferên têkçûyî hatiye gotin.’’

HDP’ê di daxuyaniya nivîskî de, ya li ser Komkujiya Dersimê diyar kir ku bi biryara Desteya Wezîran 4’ê Gulana 1937’an komkujiyeke hovane hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 15’ê Mijdara 1937’an Seyîd Riza û hevrêyên wî li Xarpêtê bi dadgeheke tiroviro hatine darvekirin û weke Şêx Seyîd ku 1925’an hatî darvekirin cihê gora wan nayê zanîn.

‘JI 50 HEZARÎ ZÊDETIR KES HATIN KUŞTIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin li gorî hijmarên fermî nêzî 13 hezar mirov li Dersimê hatine kuştin, li gorî jêderkên xwecih jî 50 hezarî zêdetir kes hatin kuştine û bi deh hezaran kes hatin sirgûnkirin û hate gotin, ‘’Îro hê jî arşîva derbarêDersimê bi temamî nehatiye vekirin, heqîqet nehatine hişkerekirin.’’

HDP’ê di daxuyaniya xwe de herî dawî gotina Seyid Riza, ku gotî,’’Ez heq ji derew û dek û dolabên we derneketim, ev ji min re bû kul û derd lê min jî li ber we serê xwe netewand, bila ev jî ji bo we bibe derd’’ bi bîr anî û got, ‘’Em li ber berxwedana birûmet a Seyid Riza û li ber biranîna wan canên ku di Komujiya Dersimê de jiyana xwe ji dest dane bejna xwe bi hurmetdarî ditewînin û wan bi bîr tînin.’’