HDP'ê qetilkirina du welatiyên kurd şermezar kir
HDP'ê qetilkirina du welatiyên kurd şermezar kir
HDP'ê qetilkirina du welatiyên kurd şermezar kir
Hevserokên HDP’ê Sabahat Tuncel û Ertugrul Kurkçû bertek nîşanê qetilkirina du kurdên ku li Geverê hatin qetilkirin dan û got: “Bêçaretiya AKP’ê, hêzê dide îtîfaqa kesên ku dixwaze pêvajoya çareseriyê têk bibe.”
hevserokên HDP’ê Kurkçû û Tuncel der barê welatiyên bi navê Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr de ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Li Geverê welatiyên ku ji bo êrîşa li hemberî goristana gerîlayan protesto bikin derketin kolanê rastî êrîşa polîsan hatin. di êrîşê de Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr jiyana xwe ji dest da. Em sersaxiyê ji malbatên wan û gelê kurd re dixwazin.
Li aliyê hêzên demokratîk û aştiyê û gelê kurd ku ji bo çareseriyê seknek bi biryar nîşan dide heye. Li aliyê din jî deshilatdariya AKP’ê ya ku ji cesareta siyasî bêpare û pêngavê demokratîk navêje heye. Mixabin ev bê cesaretiya AKP’ê hêzê dide hêzên îtîfaqa dagirker ya ku dixwaze pêvajoya çareseriyê têk bibe.Lê em dê desturê nedin suîstîmalkirina sekn û biryara tevgera azadiyê û siyasî ya kurd.
JI BO HIKÛMETÊ BANG
Tuncel û Kurkçû bang li hikûmetê kirin û gotin;Ji bo êrîşên li dijî goristanan bê rawestandin, ewlehiyan bigirin. Di vê mijarê de rêzdariya gelê kurd ya li dijî şehîdên wan binpê nedikin, nedin binpêkirin. Ji bo pêvajoya aştiyê lezgîntir bibe pêşniyarên parlamenterên BDP û HDP’ê baldar bigirin. Ji bo pêvajoya aştiyê baş bimeşe divê li gorî rola muzakerevanê sereke Abdullah Ocalan ewlehiyên siyasî û qanûnî bê girtin.
Kesên guleyan ligel dibarînin demildest bidarizînin û ceza bikin.”