HDP’ê namse ji Eutelsatê re şand: Biryara xwe rast bikin
Hevserokên HPD’ê Demîrtaş û Yuksekdag nameyek ji Eutelsatê re, ku televîzyonên Kurdan girtibûn, şand û xwestin ku dev ji biryara xwe biqerin.
Hevserokên HPD’ê Demîrtaş û Yuksekdag nameyek ji Eutelsatê re, ku televîzyonên Kurdan girtibûn, şand û xwestin ku dev ji biryara xwe biqerin.
Hevserokên HDP’ê Selahattin Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag name ji endamên destaya giştî ya Eutelsatê re şandin, ku Eutelsatê bi xwesteka AKP’ê televizyonên Kurd gritibûn.
Hevserokan di nameyê de xemgîniya xwe diyar kirin ji ber sedema ku Eutelsatê televiyonên Kurdan Med Nûçe û Newroz TV hatine girtin û diyarkirin ew girtina Med Nûçe TV’yê ku li Ewropayê weşanê dike fêhm nakin.
BAL KIŞANDIN SER AZADIYA ÇAPEMIYÊ YA LI TIRKIYÊ
Bi berdewamî di nameyê de bal kişandin ser rewşa azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyê û wiha hate gotin, ‘’Li gorî daneyên 2015’an a Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas di lîsteya Azadiya Çapemeniyê ya Dinyayê 2016’an, Tirkiye di nav 180 welatî ji ji rêza 149’an hatiye rêza 151’an, em dibêjin haya we jî ji vê heye.’’
Di nameyê de Demîrtaş û Yuksekdag diyar dikin, li Tirkiyê piştî 15’ê Tîrmehê, bi ragihandina Rewşa Awarte zext û zordariya li ser çapemeniyê zêdetir bûye, di nav de Zarok TV jî gelek radyo, televizyon, rojname û nûçegihan hatine girtin.
‘HÛN PÊŞÎ LI AZADIYA AGAHDARBÛNÊ DIGIRIN, DEV JÊ BIQERIN!’
Herwiha di namaeyê de hate gotin biryara Eutelsatê ya paralelî rejîma AKP’ê ya tarîkirina televizyonan, li pêşiya azadiya agahdarbûnê dibe asteng û ev jî derfetê dide ku li Tirkiyê rejîma totalîter zexm bibe.
Bi berdewamî wiha hate gotin, ‘’Di pêvajoya biryara girtina Med Nûçe TV’yê de heke îdîayên hikûmeta AKP’ê ku me behsa qerneya wê ya di mijara azadiya çapemeniyê de kir, xwedî bandor be, em ji we tika dikin ku careke dî hûn li biryara xwe vegerin û di demeke nêzîk de biryara xwe rast bikin.’’