HDP'ê li Parka Ahlatlibelê dest bi Nobeta Wijdan û Edaletê kir

Rêveberên HDP'ê li Parka Ahlatlibelê, ji bo Hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî bên berdan dest bi Nobeta Wijcdan û Edaletê kirin.

Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr û komek wekîlên HDP'ê duh ji bo Hevserok û wekîlên HDP'ê yên girtî bên berdan bi Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) re hevdîtin kirin û daxwazên xwe anîn ziman. Beriya bi Serokê DDB re rûnên li salona dadgehê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Heyeta HDP'ê ku duh li salona DDB dest bi çalakiya rûniştinê kirin îro jî li Parka Ahlatlibelê dest bi çalakiya "Nobeta Wijdan û Edaletê" kirin. 

Di nobetê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr daxuyanî da û got: "Berpirsiyariya me ya ji bo zarokên vê serdemê û yên dema pêş edalet e. Mîrateya herî bi rûmet em ji zarokan re bihêlin aştiyek bi rûmet e. Rejîmek demokratîk e. Hevserok û wekilên HDP’ê di 4'ê Mijdara 2016'an de hatin girtin. 307 roj in, girtî be. Bi operasyona navendî hatin girtin û şandin girtîgehê. Niha 11 wekîlên me girtî ne. Li kîjan welatê cîhanê 11 parlamenterên mûxalif girtî ne? Ev ne darizandin e. Ev dîlgirtin e." 

Baydemîr bal kişand ser darizandina Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û got: "Eger ev karê rûtîn ê dadgeriyê be, wê çaxê çima dadgeh 307 roj in rûniştina dozê nade destpêkirin? 307 roj in hê dosya nehatiye nirxandin. Divê 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê îro dosya binirxanda. Lê xwestin dosya Demîrtaş bi ya Kobanê re bike yek. Dadgeha Cezayê Giran qebûl nekir. Tevî vê yekê otorîteya siyasî zextên li ser wekîlan dimeşîne. Eger ku saziya darizandinê hebûya diviya bû heta niha doz hatiba dîtin."

'JI BO HER KESÎ EDALET' 

Baydemîr anî ziman ku li kîjan welatê cîhanê hêzên serdest û desthilatdariyê hiqûq li dijî civakê wekî dar û şûr bi kar anî be, li wî welatî paşeroja civakê têk çûye û got, "Mînaka vê yekê ya îro, rewşa Esad e. Li Elmanyayê Hîtler, li Îtalyayê Mussolinî mînaka vê yekê ne." 

HETA EDALET PÊK BÊ...

Baydemîr diyar kir, ku yên li dijî Rewşa Awarte radiwestiyan îro wan bi xwe Rewşa Awarte îlan kirine û Rewşa Awarte nîşan dide ku çiqas ji edalet û hiqûqê dûr ketine. Baydemîr anî ziman ku rêya parastina edalet û hiqûqê aştî ye û di dawiya axaftina xwe de got, "Ji bo em bigihêjin aştiyê divê edalet pêk bê. Ji bo mekanîzmaya edaletê li gorî wijdan û zagonan tevbigere divê desthilatdarî dest ji polîtîkayên tundiyê berde. Heta ku edalet cihê xwe bibîne û hiqûq têkeve meriyetê têkoşîna me ya wijdan û edaletê wê bidome."