HDP'ê li Parîsê 'hefteya seferberiyê' îlan kir

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê seferberî îlan kir. Hevserok Ozcan Bahşî got, "Em dixwazin rêjeya dengên 7'ê Hezîranê derbas bikin û li Parîsê bibin partiya yekemîn."

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê seferberî îlan kir. Hevserok Ozcan Bahşî got, "Em dixwazin rêjeya dengên 7'ê Hezîranê derbas bikin û li Parîsê bibin partiya yekemîn."

Dengdayîna li derveyî welat a ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ku di 8'ê Cotmehê de destpê kir, wê di 25'ê Cotmehê de bi dawî bibe. HDP ji bo xwe bigihîne armanca daniye pêşiya xwe, lez da xebatên xwe yên li Ewropayê.

Li paytexta Fransa Parîsê, xebatên hilbijartinê bi berfirehî dewam dikin. Li vî bajarê ku 90 hezar hilbijêrên xwe heye, HDP seferber bûye. Bi navenda hilbijartinê re bi dehan komîsyon û ekîbên hilbijartinê li nava malan digerin û xebatên hilbijartinê dimeşînin. Li navenda bangê ya HDP'ê ku li Navenda Çandê ya Ahmet Kaya hatiye avakirin jî, xebateke berfireh heye. Li vê navendê 25 dildar bi awayekî dorveger dixebitin. Rojane bi qasî 600 axaftinên bi telefonê tên kirin û ji bo dengdayînê alîkarî ji hilbijêran re tê dayîn. Navenda ku heta niha têkiliya xwe bi 3 hezar kesan re li ser telefonê daniye, dixwaze heta 25'ê Cotmehê bigihêje 7 hezar kesan.

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Parîsê Ozcan Bahşî da xuyakirin ku wan li bajêr seferberî îlan kirine û ew ji 5 herêman hilbijêran dibin ser sindoqan. Koordînatorê Navenda Bangê ya HDP'ê Îsmaîl Çakici jî anî ziman ku bi tempoyeke bi lez ew dixwazin heta 25'ê Hezîranê xwe bigihînin 7 hezar kesan.

'EM DIXWAZIN LI PARÎSÊ ZÊDEYÎ 20 HEZAR DENGAN WERBIGIRIN'

Hevserokê Navendê Bahşî anî ziman ku li Parîsê ji dawiya hefteya bihurî vir ve pêşketinek heye û got, "Di hilbijartinên bihurî de me 18 hezar deng wergirt. Di vê hilbijartinê de armanca me zêdeyî 20 hezar e. Heta niha me 13 hezar deng stendine. Em dixwazin di nava vê hefteyê de 7 hezar dengan werbigirin û bigihêjin armanca xwe. Ji ber vê yekê me ev hefte weke hefteya seferberiyê ragihand. Niha li hemû herêmên Parîsê xebateke berfireh tê meşandin. Lİ 5 herêman wesayît hatine amadekirin û em hilbijêran dibin ser sindoqan."

'HER DENGEKÎ JI AKP'Ê RE WÊ BIÇE JI ŞER RE'

Ozcan Bahşî bang li Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Parîsê dijîn kir ku dengê xwe ji bo aştî û demokrasiyê bidin HDP'ê. Bahşî got, "AKP di roja îro de ne tenê li hemberî Kurdan, li hemberî tevahiya Tirkiyeyê veguheriye xeteriyekê. Herî dawî bi komkujiya Enqereyê re me ev yek bi awayekî vekirî dît. Çeteyên DAIŞ'ê yên destekê ji AKP'ê werdigirin, mirovan qetil dikin. Eger pêşî li AKP'ê neyê girtin, wê ev yek dewam bike. Ji ber vê yekê divê em dengê xwe bidin HDP'ê. Banga me li hemû gelan ev e. Her dengekî ji AKP'ê re wê biçe ji şer re. Her dengekî ji HDP'ê re wê biçe ji aştî û demokrasiyê re. Em bi vê têgihiştinê biçin ser sindoqan."

...