HDP'ê li Mersînê civîna gel pêk anî
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Akdenîzê ya Mersînê, bi dirûşmeya "Em ranewestin, em ê rawestînin" li Mersînê civîna gel pêk anî. Civin bi tevlêbûna sedan kesî pêk hat.
Rêxistina HDP'ê ya navçeya Akdenîzê ya Mersînê, bi dirûşmeya "Em ranewestin, em ê rawestînin" li Mersînê civîna gel pêk anî. Civin bi tevlêbûna sedan kesî pêk hat.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê bi dirûşmeya "Em ranewestin, em rawestînin" civîna gel pêk anî. Civîn li salona Dawetê ya Halê pêk hat. HDP'ê li salonê civîna taştê da anî û bi welatiyan re hatin cem hev. Tevî Endamê Meclîsa HDP'ê Cemîl Elden û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî bi sedan kes li civînê amade bûn. Saadet Becerîklî, anî ziman ku AKP'ê piştî hewldana darbeyê darbeya sivîl pêk anî û wiha got: "AKP'ê piştî vê yekê li dijî vîna gelê Kurd êrîş pêk anî, êrîşî vîn û siyaseta Kurd kir. Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ji bo rejîma yek mirov, dest bi êrîşî gelê Kurd kir. Bi xwe darbe kir û êrîşî hemû saziyan kir. Hemû bi xwe ve girê da. Herî dawî çapemeniya azad dîhaber, Şûjin û Rojeva Medya girt. hemû kesên muxalif bêdeng dike û digire. Lê dîsa jî wê têk biçe û bi ser nakeve."
Becerîklî bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û işaret bi kampanya "Tecrîd wê têk biçe, Azadî wê bi ser bikeve" ya TJA'yê kir.
Becerîklî got, "Jin teqez wê tecrîdê bişikînin. Jin wê li her qedê tecrîdê bişikînin. Tirkiye bi hevkariya Îranê êrîşî destketiyên kurdan dikin. Lê wê nikaribin vîna gelê Kurd têk bibin û Kurdan biqedînin. Wê faşîzm têk biçe û gelê Kurd bi ser bikeve."
Beşdarên civînê piştre tevlî merasîma vekirina Nûnertiya HDP'ê ya taxa Çîlekê bûn.