HDP’ê li cihên kesên hatine veto kirin, namzetên nû diyar kir

HDP’ê li cihê hinek namzetên ku YSK’ê veto kirî, namzetên nû diyar kir. Li cihê Idrîs Balûken Mehmet Ruştu Tiryakî, li cihê Tûrgût Oker jî Zeynel Ozen weke namzet hate nîşandan.

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) dosyaya hinek namzetên di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de veto kiribû. HDP’ê li cihên kesên hatine veto kirin namzetên nû diyar kir.

Li cihê Idrîs Balûken ku ji rêza yekem a Êlihê piştî namzetiya wî hate nîşandan 9 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn, endamê YSK’ê ya HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî weke namzet hate nîşandan.

Li cihê namzetê rêza yekem a Stenbolê Serokê Netewî yê Konfederasyona Elewiyên Ewropa (AABK) Tûrgût Oker, Zeynel Ozen namzet hate nîşandan.

Li cihê namzetê rêza yekem yê Şirnexê Abdûllah Gungen jî Hsan Ozguneş namzet hate nîşandan. Li cihê Leyla Bîrlîk ku parlamentera bajar e Nûran Îmîr a ji rêza 4’an weke namzet hate nîşadan ji rêza duyem hate nîşandan. Serdar Kunî jî ji rêza 4’an weke namzet hate nîşandan.

Li cihê namzetê Bûrsayê yê herêma yekemîn Yuksel Akgûn jî Adnan Şahîn hate nîşandan.

Li cihê kedkara KESK’ê Bedriye Yorgûn ku ji rêza duyem a Dîlokê ji bo namzetiyê hatibû nîşadan ji ber vetokirinê li cihê wê Berîvan Ozpolat Şîmşek weke namzet hate nîşandan.