HDP'ê li Berlînê, HDK-Fransa jî li Maxevîlleyê qala 'NA' kirin
Li dijî 'dîktatoriya serokatiyê' ku faşîzma AKP û MHP'ê hewl didin bikin mijara referandûmê, li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarê Maxevîlle yê Fransayê civîn hatin lidarxistin.
Li dijî 'dîktatoriya serokatiyê' ku faşîzma AKP û MHP'ê hewl didin bikin mijara referandûmê, li paytexta Elmanya Berlînê û li bajarê Maxevîlle yê Fransayê civîn hatin lidarxistin.
Di civîna Berlîn de Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer, di civîna Maxevîlle de hevberdevkên HDK-Fransa qala sedemên bikaranîna dengê 'NA' kirin.
HEZER: 'NA' YA HDP'Ê Û 'NA' YA HÊZÊN DIN NE WEKE HEV IN
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer li paytexta Elmanya Berlînê, rewşa dawî ya siyasî li lokala NAV-DEM'ê di civîna gel de nirxand û got, "Pêkhateyên HDP'ê û gelê Kurd baş dizanin, bê çima di referandûmê de bêjin Na. 'Na' ya HDP'ê û 'Na' ya CHP û hêzên din gelekî ji hev cuda ne."
Hezer da xuyakirin, ku eger AKP û Erdogan di vê astê de xurt bûne û li dijî HDP û mûxalîfan êrîşên giran tê kirin, di vir de rol û alîkariya CHP'ê heye û got, "Niha jî dizanin ku ev yek wê êdî dest bide wan jî. Ji ber vê rastiyê niha ketine pêvajoya 'Na'. Ev yek weke hewldanek ji bo efûkirina gunehan dikare were nirxandin."
Hezer diyar kir, CHP ji bo parastina sîstema statukoparêz dibêje 'Na', lê ew hem li dijî faşîzma AKP'ê hem jî li dijî statuya berê dibêjin 'Na'.
Hezer anî ziman, encama ji referandûmê derkeve ji bo gelê Kurd girîng e û got, "Van Kurdistan şewitandin, hilweşandin, mirov bi saxî kuştin. Bi her awayî hovîtî kirin. Ev hemû ji aliyê hêzeke ku bi rengekî fîlî desthilatdar e hat kirin. Halbûkî eger 'erê' derkeve, wê ev kiryar di heman demê de fermî bibin. Cudahiya herî girîng ev e. Wê heta dawiya emrê xwe vê yekê bi vî rengî bidomîne yan jî bixwaze bi vî rengî bidome."
NÛPEL MÛNZÛR: REWŞA RÊBERTÎ DIYARKER E
Ji nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Nûpel Mûnzûr jî, ku moderatorî ji civînê re kir, da zanîn, ku rewşa îro ya gelê Kurd nabe ku ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cuda bê nirxandin û got, "Komplo dewam dike. Rêbertî her tim em hişyar kir, ku li herêmê wê kaosên mezin rû bidin û hêza herî rêxistinbûyî wê bi ser bikeve. Ji ber vê yekê divê em rêxistinbûn û berxwedana Kobanê deynin pêşiya xwe û bi vî rengî têbikoşin."
HDK-FRANSA: 'NA' WÊ BI SER BIKEVE'
Li bajarê Maxevîlle yê herêma Lorraîne ya Fransayê, ku navê xwe yê nû Grand Est e, hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan li a Fransayê (HDK-Fransa) Zeynep Bîrsel Ocak û Îbrahîm Seydo Aydogan bi mijara 'Pêşniyarên Çareseriyê yên HDK'ê, Rewşa Awarte û Referandûm' civîneke gel lidar xistin. Gelek mirovên ji bajarên Nancy, Mezt û derdorê tevlî civînê bûn.
Hevberdevkên HDK-Fransayê dan xuyakirin, ku hewl tê dayîn atmosfereke ne rast a mîna ku wê dengên 'erê' zêdetir be' bê afirandin û bi vî rengî gelan bixin nava bêhêvîtiyê.
Ji Berdevkên HDK-Fransayê Zeynep Bîrsel Ocak got, "Halbûkî, eger 'Na' zêdetir be, ev encam wê bibe bidawîbûna projeya dîktatoriya faşîst a Îslamî ya AKP'ê. Divê her kes bi vê zanibe; 'Na' wê bi ser bikeve û em li dijî vê dîtatoriya li ser me tê ferzkirin bi hemû hêza xwe têdikoşin."
Bîrsel Ocak da zanîn, bi Rewşa Awarte, kuştinên kiryar nediyar, zext û zordariya rojane re hewl tê dayîn dengê 'erê' derxînin pêş û bang li Kurdan, Elewî, demokrat û mirovên pêşverû kir, ku di vê pêvajoya hesas de bi hev re li dijî vê yekê têbikoşin.
'PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK PÊŞNIYARA HERÎ AQILANE YE'
Hevberdevkê HDK-Fransa Îbrahîm Seydo Aydogan jî bi mînakan qala felsefeya 'Neteweya Demokratîk' a HDK'ê kir û destnîşan kir, ku ev feraseta nû projeya herî şênber û rasteqîn e ku ji aliyê bindestan ve hatiye pêşniyarkirin. Aydogan got, "Felsefeya neteweya demokratîk, ku ji aliyê Tevgera Kurd û tevgerên demokrat şoreşger ên Tirkiyeyê ve hatiye destnîşankirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civaka li welêt û herêmê, pêşniyara herî aqilane ye." Aydogan destnîşan kir, ku her kesên dixwazin xwedî li azadiyê derkevin, divê li dora vê felsefeyê û di bin sîwana HDK'ê de têbikoşin.