HDP’ê li 59 bajaran beşdarî hilbijartinê dibe

HDP’ê li 59 bajaran beşdarî hilbijartinê dibe

Di daxunaya ku Cigirê Hevserokên HDP’ê Saruhan Oruç di civîna hevserokên bajaran de dayî de, destnîşan kir ku partiya wan wê li 59 bajaran beşdarî hilbijartinan bibe. Oruç da diyar kir ku ew wê li himberî qetilkirina 2 ciwan ji aliyê polîsan ve bêdeng nemînin.  

Partiya Demokratîka Gelan (HDP), îro li Navenda Çandê a Kocatepeyê civîna hevsorokên bajaran  li darxist. Ji ber ku Hevseroka Giştî Sebahat Tuncel ji bo beşdar bûna meresina Reşîd û Veysel Îşbîlîr ne amadebû beşdarî civînê nebû. Hat ragihandin ku Hevserokê Giştî Ertugrul Kurkçu ji agahî daye ji ber sedema balefirê  wê dereng were civînê.

Di civînê de Cigirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê  Saruhan Oruç, ji beşdaran re axivî û da diyar kirin ku têkoşîna ta roja me îro tê meşandin têkoşînekî hêsan nebû û destnîşan kir ku ta roja me îro jî bedel tên dayîn.

Oruç anî ziman ku di pêvajoya "Çareseriya Demokratîk " di rewşa heyî de rastî pirsgirêkên leşkerî, siyasî û biyokratan tên

 Oruç, bal kişan li ser li Geverê  qetilkirina du ciwan ji aliyê polîsna ve û da diyar kirin ku buyerên provokasyonê di vê demê de wê ziyanê bide pêvajoyê  û wiha got: “Duh li Geverê du hemwelatî ji aliyê polîsan ve hatin qetil kirin. Em vê qetilkirinê şermezar dikîn. Bila her kes bizanibe em li ber vêyekê bêdeng namînîn. Daxuyaniyên ku rayedaran jî dayîn bêtehmuyina mirov bi zehmet dike. Daxuyaniyên wiha berî niha me di dema Geziyê de jî dît.  Duh li Geverê dîsan nûçeyên ne rast hatin serwîs kirin. Ev rastiyeke, polîsan li Geverê duh hemwelatî qetil kirin.”

Oruç, pişt re di derbarê hilbijartinan de agahî dan. Oruç destnişan kir ku wan giranî daye hilbijartinan û dê di 15’ê Kanûnê de xebatên ji bo hilbijartinê bên destpêkirin û got: “ Dê li Kurdistanê li ser navê BDP’ê û li Rojava jî li ser navê HDP’ê beşdarî hilbijatinan bibin. Dê HDP li 59 bajaran beşdarî hilbijartinan bibe.” Piştî axivtina Oruç civîn ji çapeniyê re girtî berdewam kir.