HDP’ê konferansa xwe ya rêxistinkirinê ya 1’emîn bi dawî kir

HDP’ê konferansa xwe ya rêxistinkirinê ya navendî ya li Amedê bi dawî kir. Civîn du rojan domiya. Encamname wê roja Duşemê were eşkerekirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi şîara “Em bi siyaseta demokratîk faşîzmê hilweşînin, Em Tirkiyeyê demokratîk bikin" li 40 bajaran û 7 herêman konferansa rêxistinbûnê li dar xist. Piştî civîn û konferansên bajar û herêman di 3'ê tebaxê de 1'emîn Konferansa Rêxistinbûnê ya Navendî ya HDP'ê li Salona Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist.

Konferans piştî niqaşên 2 rojan ên li ser modela rêxistinbûnê îro di saetên êvarî de bi dawî bû. Di konferansê de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sedat Şenoglû, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û hemû pêkhatiyên HDP’ê bi giştî nêzî 800 delege amade bûn. HDP'ê di nava 2 rojan de pirsgirêkên rêxistinî niqaş kirin û li ser çareseriyê û modela nû niqaş kirin.  

HDP, wê encama konferanê bi danezanekê bi raya giştî re parve bike.