HDP'ê ji Meclîsê xwest li ser krîza balafirê bicive
HDP'ê pêşniyar kir ku Meclîs li ser xistina balafira Rûs bicive. Balûken ê HDP'yî ragihand ku xistina balafira Rûsyayê wê têkiliyên navneteweyî derxîne asteke cuda.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken, pêşniyar kir ku Meclîs li ser mijara krîza bi xistina balafira Rûsyayê destpê kir, civîneke giştî lidar bixe.
Balûken anî ziman ku krîza bi Rûsyayê re derketiye holê, ne tenê AKP'ê, tevahiya gelên Tirkiyeyê û gelên herêmê eleqedar dike û ragihand, ku ya rast ew e, Meclîs bê agahdarkirin û polîtîkayeke rast a derve bê destnîşankirin.
Balûken da zanîn ku ev krîz jî yek ji encamên polîtîkaya şaş a derve ya AKP'ê ye û diyar kir ku fatûra vê yekê li gelên Tirkiyeyê tê birîn.