HDP’ê ji bo hilbijartinê bangî ‘çavdêrên navneteweyî’ kir

Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê bangî saziyên navneteweyî û kesên serbixwe yên çavdêr kir.

Bang ji aliyê Nûneriya Têkiliyên Derve yên HDP’ê hate kirin û qala girîngiya hilbijartinê hate kirin. Bang bi îmzeya Hevserokên Giştî yên HDP’ê hate belavkirin.

Hevserokan diyar kirin ku hilbijartin 15 mehan zû tê kirin û gotin, “Ligel bêîstîkrariya giran a siyasî û kêşeyên ekonomîk, ew ê hilbijartin pêk were. Piştî hewldana darbeya 2016’an êdî li Tirkiyeyê serxwebûna edaletê tune.”

DI HILBIJARTINAN DE PÊKANÎNÊN DERZAGONÎ

Hevserokan diyar kirin ku Erdogan hemû medya xistiye bin kontrola xwe û zagona hilbijartinê ya ku demek berê hatibû qebûlkirin jî dek û dolaban dike zagonî.”

Hevserokan bal kişandin ser vî tiştî ku li Tirkiyeyê zilm heye lê di heman demê de dahatûyeke demokratîk, hêvî û têkoşîn jî heye.

Hevserokan bangî hemû saziyên navneteweyî û kesên eleqedar kirin ku ji bo dahatûya azad a demokratîk a Tirkiyeyê, di serî de li Kurdistanê li hemû deran di hilbijartinê bila bibin çavdêr.