HDP'ê ji bo cejnê peyamek weşand

HDP'ê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, "Em hêviya jiyana ku aştî di jiyanê de bi cih bibe, azadî û wekhevî li her derê belav bibe, di têkoşîna xwe de mezin dikin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay bi wesîleya Cejna Qurbanê îro peyameke nivîskî belav kir.

Peyama Kemalbayê wisa ye:

"Di vê cejnê de jî ji ber êşên gelên li parzemînên cihê, em xemgîn in. Di vê cejnê de dil û mejiyê me li Rojava, Iraq, Sûriye û Arakanê ye. Têkoşîn û berxwedana wan dike ku em bi hêvî têkevin vê cejnê.

Helwest û berxwedana têkoşerên edaleta civakî, têkoşîna ji bo mafên jinan û têkoşîna parastina mafên mirovan dike ku em di vê cejnê de jî hêvîdar bin.

'DIVÊ CEWHERA CEJNAN DI JIYANÊ DE BI CIH BIBE'

Li hemberî zalimên ku ji bo desthilatdarî û berjewendiyên xwe yên şexsî rê li ber kuştinan ciwanan vedikin û gelan bera ber hev didin, em hestên wijdan û edaletê bilindtir dikin û nirxên mezin ên mirovayetiyê diparêzin.

Em  dixwazin li herêma me û li hemû cîhanê şer û binpêkirina mafên mirovan bi dawî bibin, û aştî û aramî serdest bibe. Em hêviya pevrejiyînê ya ku divê cewhera cejnan di jiyanê de bi cih bibe, bi têkoşîna xwe geştir dikin.

Bi hêvî û hesreta ku demokrasî, wekhevî, azadî û edaletê bi ser bikeve em cejna gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhana Îslamê pîroz dikin."