HDP’ê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand

HDP’ê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand û xwest ku bila cejn bibe wesîleya aştî, edalet, demokrasî û wekheviyê.

Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî bi wesîleya Cejna Qurbanê îro peyamek weşandin.

‘DIVÊ EM XWEDÎ LI NIRXÊN MIROVATIYÊ DERKEVIN’

Peyama HDP’ê ya Cejna Qurbanê wisa ye:

“Bê hiqûqî û bê edaletiya ku desthilatdariyê ava kiriye diyar kiriye wekhevî û demokrasî tune.

Hewldan û têkoşîna me ya ji bo jiyana azad, wekhev û adilane roj bi roj watedar dibe. Li hemberî şer em aştî û diyalogê, li hemberî dijminatiya îddîaya me heye ku em biratiyê û wekheviyê ava bikin.

Aştî, edalet, azadî û wekheviya ku em hesreta wê dikişînin û baweriya ku wê çembera biratiyê were avakirin em cejna hemû alema Îslamê û ya hemû gelan pîroz dikin.”